Malpera fermî ya MSD’ê ragihand ku nûnerên MSD`ê li ser vexwendineke Balyozxaneya Swêdê ya Lubnan û Sûriyeyê bi rayedarên balyozxaneyyê re li hev civiyane.
Şandeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku ji cîgirê hevserokên meclisê Elî Rehmûn û endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Guhertina Demokratîk Ziyad Wetfa pêk tê, li Şamê bi berpirsa kar û barên Balyozxaneya Swêdê Jessica Svardstrom û sekretera siyasî ya balyozxaneyê Alice Wadstrom re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê geşedanên li Sûriyeyê û rewşa bakur û rojhilatê welat hatin gotûbêjkirin.
Şandeya MSD`ê diyar kir ku pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê mifteya aramiya tevahiya herêmê ne û hişyarî da ku berdewama rewşa niha dikare bibe sedema xirabiyên giran li ser asta herêmî û navneteweyî. Her wiha şandeyê behsa girîngiya rola Swêdê û Yekitiya Ewropayê di hewlên piştgiriya ji bo pêkanîna derbasbûneke siyasî ya berfireh a li Sûriyeyê de kir.
Rayedarên balyozxaneyê jî bal kişand ser girîngiya diyalogê wek rêyeke bingehîn ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê. Her wiha diyar kir ku Swêd dê bi rêya Parlamentoya Ewropayê piştgiriya Sûriyeyê ji bo pêkanîna aştî û aramiyê bike.
قەندیل پرێس