Sîpan Hemo: Zimanê Kurdî beşekî resen ji nasnameya Sûriyeyê ye

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê li Herêma Rojhilat Semîr Oso (Sîpan Hemo) bi boneya 15ê Gulanê “Roja Zimanê Kurdî” pîrozbahî li gelê Kurd kir.

Oso li ser hesabê xwe yê Xyê ev peyam belav kir û got: “Yekem kovara Kurdî, “Hawar”, di sala 1932an de bi tîpên Kurdî yên latînî li Şamê hate çapkirin, a ku dibe dîtvana mîrateya çandî û zimanî ya Kurdî li Sûriyeyê.

Pê de çû û got: “Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, em vê rojê li gelê Kurd pîroz dikin û piştrast dikin ku zimanê Kurdî, di kêleka hemû zimanên Sûriyeyê de nûnerîtiya beşekî resen ji nasnameya Sûriyeyê û pirrengiya wê ya çandî û neteweyî dike.”

Di dawiyê de wiha got: “Em rola dayikan, xwendekaran, mamosteyan û hemû gelê Kurd di parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî de binirx dibînin.”

تلاش دوباره

Ehmed Hîlalî: Entegrasyon wateya dawîhatina HSDyê dike

Cihgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiyê ya cihbicihkirina peymana entegrasyonê, Ehmed Hîlalî, got ku …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *