Cihgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Sûriyeyê yê herêma Rojhilat, Semîr Oso (Sîpan Hemo), di hevdîtina xwe ya bi Rojnameya Tirkiye û rojnamevanê Tirk Yilmaz Bilgen re, li ser gelek mijaran, bi taybetî planên Îsraîlê, axivî. Li gorî Oso, piştî pêvajoya “Tirkiyeya Bêteror”, HSDyê biryara dawîanîna li hebûna xwe bi fermî ragihand û ev gav di çarçoveya entegrasyona leşkerî û birêveberiya hêzên Kurdî de hat avakirin.
Oso got ku êdî Şam paytexta hevbeş a hemûyan e û Sûriye, welatê hevpar, niha bihêztir bûye. Ew tekez kir ku pêkhateya dewletê dê di paşeroja vê pêvajoyê de roleke girîng bilîze. Li gorî wî, pêvajoya entegrasyonê Îsraîl aciz kiriye û ev hêz dikare ji bo têkbirina aştiyê û çêkirina dubendiyê taktîkên nû biceribîne. Oso diyar kir ku wan ji şaşiyên xwe ders girtine û dê aştiyê û biratiyê ava bikin; herwiha ew kesên ku dixwestin Kurdan wekî leşker bi kar bînin, têk çûne.
Oso herwiha destnîşan kir ku gelên Kurd, Tirk û Ereb bi ser ketine û helwesta Şam û Enqereyê di vê pêvajoyê de wêrek û jidil bûye.
Qendîlprêss