Aldar Xelîl: Doza Kurdî ne tenê ya bajar an herêmekê ye

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl got ku bajarê Hesekê bi mozaîk û cihêrengiya xwe ya dîrokî ji bajarên din cuda dibe û nîşandana nasnameya piralî ya wê mafê hemû pêkhateyan e. Ew diyar kir ku guhertin an rêxistinkirina hin sembolan cewhera doza Kurdî naguherîne û hewldanên Kurdan ji bo avakirina Sûriyeyeke hevpar û ku cihê hemû welatiyan be, asteng nake.

Xelîl tekez kir ku doza Kurdî ne tenê bi bajar an herêmekê ve girêdayî ye, lê divê nasname, reng û çanda Kurdî wekî beşeke resen a tevna niştimanî li seranserê Sûriyeyê bê qebûlkirin û parastin. Wî got bingeha xebatê çareserkirina pirsa Kurdî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk e ku tê de cihêrengî bibe çavkaniya hêzê, cudahî bibe qada pêkvejiyanê û nasname bibe mafekî parastî. Xelîl di dawiyê de destnîşan kir ku gelê Kurd hêjayî maf û qurbaniyên xwe ye û armanca sereke avakirina hevpariyeke niştimanî ya rastîn di Sûriyeyeke demokratîk de ye.

تلاش دوباره

Çalakvanekî Kurd li Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku Pûrya Nadirî, welatiyekî Kurd ê Yarsan û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *