Cihgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiyê ya cihbicihkirina peymana entegrasyonê, Ehmed Hîlalî, got ku daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser bidawîbûna pêvajoya entegrekirina hêzên leşkerî, saziyên birêveberî û ewlehiyê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de, wateya pejirandina hilweşandina HSDyê dide. Ebdî ev daxuyanî di şahiya sedsaliya Qamişloyê de dabû û her wiha vekişîna hêzên Kurd ên ji parçeyên din ên Kurdistanê ragihand.
Hîlalî diyar kir ku ev pêvajo tenê tevgereke birêveberî nîne, lê projeyeke niştimanî ya giştgir e ku armanca wê vegerandina serweriya saziyên dewletê û dawîanîna rewşa dubirêveberiyan e. Wî got arasteya niha ber bi «yek dewlet, yek artêş û yek sazi» ve ye û saziyên dewletê divê bi lez vegerin herêmê.
Hîlalî her wiha bal kişand ser giringiya cihbicihkirina van biryaran li ser erdê û got rakirina al û sembolên îdyolojîk ji qadên giştî û saziyan dikare bibe gaveke destpêkê ji bo pêkanîna pêvajoyê. Wî diyar kir ku entegrebûn divê bi dawîanîna saziyên paralel û vegerandina tevahî ya saziyên dewletê bi dawî bibe.
Qendîlprêss