Lîstikvanê Senegalî yê Amedsporê, Mbaye Diagne, behsa têkiliya xwe ya kûr û hestyarî ya bi klûb, alîgir û gelê Amedê re kir û got ku ev bajar ji bo wî bûye mala duyem.
Diagne diyar kir ku ji roja ku hat Amedsporê ve bi malbateke mezin û hezkirineke bêhempa re rû bi rû maye. Wî got ku dema derdikeve qadê hîs dike ku piştgiriya gel li pişt wî ye û êdî xwe li vir wekî biyaniyek nabîne.
Wî anî ziman ku bi nasîna çand û nêzîkatiya gelê herêmê re, hesta wî ya girêdayîbûnê zêde bûye û got: “Niha ez xwe ne tenê wekî lîstikvanekî Amedsporê, lê wekî beşek ji vê malbatê dibînim. Heta carinan ez hîs dikim ku ez wekî Kûrdekî me.”
Diagne her wiha ragihand ku têkiliya wî bi Amedspor û bajarê Amedê re tenê bi futbolê sînorkirî nîne û piştî dawîbûna kariyera xwe ya werzîşê jî dixwaze vê girêdanê bidomîne. Wî got ku Amed êdî ne tenê cihê karê wî ye, lê bûye bajarê ku ew wekî mala xwe ya duyem dibîne.
Lîstikvanê Senegalî peyama xwe bi gotina kurdî ya “Ez jî we hez dikim” bi dawî kir.
Qendîlprêss