Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku Pûrya Nadirî, welatiyekî Kurd ê Yarsan û 29 salî, roja pêncşemê li taxa Deredrêjê ya Kirmaşanê di pevçûnek çekdarî de bi guleyên hêzên Îtlaatê yên Îranê hatiye kuştin. Li gorî agahiyan, di pevçûnê de Pûrya Nadirî û endamên hêzên Îtlaatê gule li hev reşandine û di encamê de, ji bilî kuştina Nadirî, du endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne. Sedema pevçûnê hîn nehatiye zelalkirin û aliyên pêwendîdar jî heta niha agahiyek fermî li ser bûyerê belav nekirine.
Li gorî agahiyên din, Pûrya Nadirî di serhildana «Jin, Jiyan, Azadî» de bi du birayên xwe re ji aliyê Îdareya Îtlaatê ya Kirmaşanê ve hatibû girtin û nêzîkî sê mehan di girtîgeha ewlehiyê de mabû. Piştî berdana wî bi şertên demkî, ew di demên dawî de jî di bin çavdêriya navendên ewlehiyê de bû. Di vê bûyerê de navê kesekî bi nasnameya «Kamranî» jî tê gotin ku, li gorî raporan, di dosyeyên berê de û di kuştina du birayên Yarsan, Meysam û Mucteba Weysî, de jî rola wî hatiye dîtin.
Kuştina Pûrya Nadirî di demekê de rû dide ku roja 28ê Gulanê jî du birayên Kurd ên Yarsan, Meysam û Mucteba Weysî, li Kirmaşanê bi guleyên hêzên ewlehiyê hatibûn kuştin. Ew wekî werzişvan, çalakvanên sivîl û damezirînerên pirtûkxaneyeke Kurdî ya li Kirmaşanê dihatin nasîn.
Qendîlprêss