Hemû xalên projeyasaya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” di dengdanê de hatin qebûlkirin. Ev projeyasa ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de wekî “yasaya çarçoveyê” tê naskirin, li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin. Piştî qebûlkirina xala 10an, hemû projeyasa hat pejirandin. Di civînê de ji ber îtirazên ÎYÎ …
BERFIREHROJHILATA NAVÎN
Herêma Kurdistanê û Iraq di Pêvajoya Aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de
Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di cihbicihkirina Yasaya Çarçoveya Pêvajoya Aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKyê de wekî aliyê sêyem ê sereke roleke girîng dilîzin. Di vê çarçoveyê de, parastina ewlehiya sînorên Iraqê, wergirtina baregehên leşkerî yên vala, komkirina çekan û paşvekişîna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji …
BERFIREHNaveroka qanûna çarçoveyê diyar bû
Projeyasaya çarçoveyê ya ku dê rê li ber daketina gerîlayan a ji çiyê veke, li Parlamentoya Tirkiyeyê li benda îmzeyên partiyan e. Tê pêşbînîkirin ku AK Partî û MHP îro saet 11:00an projeyasayê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin û piştî wê jî daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Li gorî planê, dê roja înê li Komîteya Dadê li ser projeyasayê were axaftin û dawiya hefteyê jî di parlamentoyê de were pesendkirin. Naveroka projeyasayê Navê projeyasayê wekî “Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî” hatibû danîn. Li gorî nûçeya NTVyê, hûrgiliyên li ser vê yasaya ku ji 12 madeyan pêk tê eşkere bûne. Hat destnîşankirin ku ev proje ne “efûya giştî” ye. Her wiha di projeyasayê de ti madeya ku statuyekê bide Abdullah Ocalan cih nagire. Li gorî projeyasayê, endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ku bixwazin ji vê derfetê sûdê wergirin divê di nava 6 mehan de serî lê bidin. “Sûcên” beriya sala 2005an ên ku cezayê wan “cezayê heta hetayê yê girankirî” û “cezayê heta hetayê” ye li derveyî vê yasayê hatine hiştin. Ji bo “sûcên” di biniya 15 salan re 5 sal, ji bo “sûcên” di ser 15 salan re jî 10 sal bipaşxistina ceza heye. Piştî van deman dê ceza werin rakirin. Hinek biryarên yasayê dê piştî pesendkirina yasayê yekser werin sepandin lê belê hinek biryar jî dê bi mekanîzmaya “piştrastkirin û şopandinê” re hevwext dest pê bikin.
BERFIREHBahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên girîng kir. Wî got ku îmzeya MHPyê li ser pêşnûmeya qanûnê nîşana “biratiya hezar salî” ye û tekez kir ku ev pêvajo ne projeyeke siyasî, lê projeyeke dewletê ye. Bahçelî her weha banga xwe ya …
BERFIREHEl Şera û Nêçîrvan Barzanî li Şamê li ser pêşxistina hevkariyê û aramiya herêmê axivîn
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, Ehmed El Şera, îro li Qesra Gel a li Şamê pêşwaziya Serokê Herêma Federal a Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, kir. Ev serdan li ser vexwendina El Şera pêk hat. Piştî hevdîtinê, Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek li ser X’ê weşand û kêfxweşiya xwe ji dîtina El Şera re …
BERFIREHRêxistina Dengê Girtiyên Îranê: Di Tîrmehê de 77 girtî hatin darvekirin
Rêxistina Dengê Girtiyên Îranê raporek derbarê rewşa mafên mirovan di meha Tîrmehê de belav kir û tê de ragihand ku herî kêm 77 girtî li Îranê hatine darvekirin. Li gorî raporê, di heman demê de 160 welatî ji ber sedemên siyasî hatine binçavkirin û 19 kes jî di encama gulebarana …
BERFIREHDEM Partî: Nezelaliyên li ser “Yasaya Çarçoveyê” divê werin rakirin
Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan daxwaz kir ku nezelaliyên der barê pêşnûmaya “Yasaya Çarçoveyê” de zû werin rakirin û bang li serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir ku li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide. Dogan di derbarê nîqaşên medyayî yên li ser pêşnûmaya yasayê de got ku …
BERFIREHSiûdiye û Amerîka baregehên komên çekdar ên li Îraqê hedef girtin
Wezareta Parastinê ya Siûdiyê ragihand ku bi hevkariya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), êrişî baregehên komên çekdar ên li Îraqê kiriye ku ew têne gotin piştgiriya Îranê distînin û di êrişên li ser saziyên petrolê yên Siûdiyê de rolek hebûne. Berdevkê Wezareta Parastinê ya Siûdiyê, Lîwa Turkî Malikî, got …
BERFIREHŞeri: Derengî di Peymana 29ê Çileyê de heye, lê em pabend in
Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê di hevpeyvînek televîzyonî de bi kanala Elcezîre re, li ser gelek mijarên girîng rawestiya, di nav wan de Peymana 29ê Çileyê, entegrasyona Kurdan, pêwendiyên bi Îsraîlê re, û têkiliyên bi welatên derdorê. Şeri di destpêka axaftina xwe de behsa başkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re kir û …
BERFIREHMedyaya Tirkiyeyê: Kadroyên payebilind ên PKKyê nikarin vegerin Tirkiyeyê
Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku di çarçoveya yasaya ku tê payîn meha bê li ser Pêvajoya Aştiyê bê derxistin de, destûr nayê dayîn ku kadroyên payebilind ên PKKyê vegerin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Li gorî rapora rojnameyekî nêzîkî hikûmetê, berê dihat gotin ku ev kadro dê biçin welatê sêyem, lê niha …
BERFIREH
Qendîlprêss