Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mazlûm Ebdî, derbarê serdana Serokê Herêma Federal a Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, ya li Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.
Ebdî di daxuyaniya xwe de serdana Nêçîrvan Barzanî wek “serdaneke dîrokî” binav kir û got ku ev serdan ji bo Sûriyeyê cihê kêfxweşiyek mezin e.
Wî herwiha bal kişand ku Nêçîrvan Barzanî her dem roleke girîng di piştgiriya doza Kurd li Sûriye û Kurdistanê bi giştî de lîstiye.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em bawer in ku dê ev serdan bandoreke erênî li aramiya Sûriyeyê û çareserkirina doza Kurdan a li herêmê bike.”

Qendîlprêss