Di pîrozbahiya sedsaliya damezrandina Qamişloyê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mazlûm Ebdî, ragihand ku pêvajoya entegreya saziyên leşkerî, ewlehî, îdarî û saziyên dewleta Sûriyeyê gihîştiye qonaxa dawî û ev gav qonaxeke nû ji bo pêkanîna lihevkirinê bi hikumeta Sûriyeyê re ye.
Ebdî destnîşan kir ku peyman ji dosyaya entegrasyona hêzan berfirehtir e û agirbest, entegreya hêzên ewlehî û leşkerî, saziyên sivîl, vegera koçberan, mafên sivîl û perwerdeya Kurdan digire nav xwe. Di vê çarçoveyê de, beşa leşkerî û ewlehî gihîştiye qonaxa dawî, lê dosyaya YPJ hîn di nîqaşê de ye.
Di asta sivîl de jî pêvajoya yekkirina saziyan di warên perwerde, tenduristî, enerjî, kehrebê, av û çandinî de pêşketiye. Lê hin mijar, wek zimanê dayikê, rêbazên perwerdeyê, mafên sivîl û çandî yên Kurdan û vegera koçberan, hîn hewceyê çareserkirinê ne.
Li gorî nîşanan, qonaxa bê dê li ser xurtkirina hewldanên siyasî be ji bo garantîkirina mafên rewa yên gelê Kurd û pêkhateyên din ên civaka Sûriyeyê di nav destûra Sûriyeyê de.
Qendîlprêss