Li gorî nûçeya rojnameya Yeni Şafakê, plana der barê çarenûsa çek û amûrên ku dê PKK radest bike, amade ye. Li gorî vê planê, çek û amûr dê di bin çavdêriya Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) de radestî Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) werin kirin û piştî kontrol û tomarkirinê dê li gorî taybetmendiyên wan di sê koman de werin dabeşkirin: çekên ku li gorî pîvanên NATOyê ne dê têkevin envantera Artêşa Tirkiyeyê (TSK), çek û amûrên ne guncaw dê werin vezîvirandin (helandin), û beşek jî dê ji bo firotin an pevguhertina bi welatên din re bê nirxandin.
Di vê çarçoveyê de, sîstema tomarkirin û kontrolê dê roleke sereke bilîze. Ji bo ku çek neyên veguhestin bo herêmên din an jî nekevin destê rêxistinên din, dê sîstemeke tund a tomarkirinê bê avakirin. Çekên ku li qadê têne radestkirin dê bi hejmarên di raporên îstixbaratê de werin rûbirûkirin, da ku kêmasî an windahiyên di hejmaran de dernekevin. Di heman demê de, di çarçoveya pêvajoya yasayî û komîteya nû de, “Komîteya Şopandin, Koordînasyon û Cihbicihkirinê”, ku bi yasayeke nû hatiye avakirin, dê civîna xwe ya yekem roja Duşemê pêk bîne. Hemû xebatên MÎT û MSByê jî dê bi rengekî yasayî û li gorî prosedureke fermî bêne meşandin.
Qendîlprêss