Berdevkê Şandeya Serokatiyê ya Sûriyeyê û Cîgirê Parêzgarê Hesekê, Ehmed Hilalî, ragihand ku di demeke nêzîk de dê daxuyaniya fermî ya li ser hilweşandina HSD’ê were ragihandin. Li gorî Hilalî, pêvajoya entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û sivîl ên di bin sîwana HSD’ê de bo nava saziyên dewleta Sûriyeyê gihiştiye qonaxeke pêşketî.
Hilalî diyar kir ku qonaxên dijwar li pey xwe hiştine û di çareserkirina zehmetiyên curbicur, di nav de dosyayên darazê jî, xebatên berfireh hatine kirin û serkeftinên girîng hatine bidestxistin. Wî herwiha got ku di cîbicîkirina tedbîrên li qadê de pêşveçûneke girîng hatiye tomarkirin û gavên pratîkî di pêvajoya entegrasyonê de hatine avêtin.
Di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSD’ê de di 29ê Çileyê de li ser agirbest û entegrasyona qonax bi qonax peymanek hatibû îmzekirin. Daxuyaniyên Hilalî nîşan didin ku pêngavên ji bo cîbicîkirina vê peymanê gihiştine qonaxa dawî û hilweşandina fermî ya HSD’ê û tevlîkirina hêz û saziyên wê di nava saziyên dewletê de dê di demeke nêzîk de were ragihandin.
Qendîlprêss