Malpera Kolbernewsê agahiyên derbarê kolberê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê parve kir ku piştî ku nêzîkî salekê bi birînên giran re têkoşiya, îro jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeyê, kolberê Kurd Mîlad Tebed ê 18 salî, xelkê gundê Gelye yê ser bi bajarê Merîwanê, nêzîkî salek berê di encama guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê de ji serê xwe bi giranî birîndar bibû. Mîladê sibehê ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daneyên Kolbernewsê, di sala 2025’an de bi giştî 57 kolber li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndar kirin.
Qendîlprêss