DYA’yê pakêta pêkanînan li dijî Îranê ragihand û welatên hevkarê wê hişyar kirin

DYA’yê çarçoveya pêkanînên li ser Îranê berfireh kir û gef li welatên têkiliya ticarî bi Îranê re didomînin, xwar ku wan ji sîstema fînansê ya dolarê derbixin. Tehranê jî diyar kir ku ew ê bersiva ekonomik û leşkerî bide.

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) çarçoveya pêkanînên li ser çavkaniyên aborî yên Îranê, berfireh kir. Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent got, welatên têkiliya ticarî bi Îranê re didomînin dibe rû bi rûyê vê xeteriyê bimînin ku ji sîstema fînansê ya dolarê bên derxistin.

Wezîrê Xezîneyê pêkanîn li 60 kes, sazî û keştiyên ku têkiliya wan bi Îranê re heye, ferz kir.

Rêveberiya Îranê jî ragihand ku dibe ew li dijî gavên nû yên aborî yên DYA’yê bersiva leşkerî bide û nuqteyên derbasbûnê yên enerjiyê yên li Kendavê hedef bigire. Tehranê her wiha li dijî keştiyên ji Kendava Hurmuzê derbas bûne, hişyariyên nû da.

تلاش دوباره

Trump Operasyona ‘Projeya Azadiyê’ ya li Tengava Hurmizê rawestand

Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana rawestandina operasyona “Projeya Azadiyê” ya ji bo parastina keştiyên li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *