Kanala 8 (Chanel 8), li ser malpera xwe diyar kir ku rojnamevanên wan Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî, piştî rojek ji binçavkirina wan ji aliyê “Hêzên Ewlekariyê” yên desthilata Şamê ve, hatin berdan.
Malpera Kanala 8 vê êvarê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe diyar kir ku êvara roja çarşemê, (30’ê Nîsana 2025‛an), hevkarên wan Ekrem Salih û Cûdî Hecî Elî rageşî û aloziyên Şamê dişopandin. Ew heta demjimêr 18:00’an êvarê bi Navenda Nûçeyana a Kanal 8 re di nava têkiliyan de bûn, lê ji nişka ve têkiliya bi wan re qut bû.
Li gorî malperê, piştî lêkolînan hat zanîn ku hevkarên wan ji aliyê “Hêzên Ewlekariyê” yê desthilata Şamê ve hatine binaçavkirin.
Malpera Kanala 8, aşekra kir ku piştî 24 demjimêran, hevkarên wan ji aliyê “Hêzên Ewlekariyê” ve hatin berdan.
قەندیل پرێس