KURDISTAN

Şandeya Kurdî dê biçe Şamê

Şandeya Kurdî ya ku di encama konferansa 26ê Nîsana 2025an hatibû avakirin, dê ji bo danûstandinan biçe Şamê. Di 29ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. Piştî îmzekirina peymanê HSD vekişiya navçeyên Kurdî yên Rojava û Şandeyên Hikûmeta Veguhêz …

BERFIREH

Mesûd Barzanî û Tom Barack peywendiyeke telefonî pêk anîn

Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack rewşa herêmê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir. Îro di navbera Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack peywendiyeke telefonî pêk hat. Di wê peywendiyê de, her du aliyan behsa rewşa giştî ya siyasî ya herêmê …

BERFIREH

Îlham Ehmed: mafên kurdan dê di destûrê de bê misogerkirin

Îlham Ehmed got ku wan ji Sûriyeyê re gotiye ku divê zarokên Kurd bi zimanê dayikê werin perwerdekirin û got ku mafên Kurdan di destûrê de û cihê şervanên jin di tugayan de hatine misogerkirin. Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di civînek li ser pêşketinên dawî …

BERFIREH

Bakirhan: Kî dibêje Kurd teslîm bûn derewan dike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîneke gel a li navçeya Şahînbegê ya Dîlokê (Şanlıurfa) de axivî. Di vê civînê de Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî amade bû. Bakirhan bal kişand ser peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Birêvebiriya Şamê de (Peymana 30yê Kanûna Paşîn), …

BERFIREH

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana parêzgarê Hesekê kir

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Merwan Elî, serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa kir. Berî wê jî, hejmarek rûspiyên herêmê hatin avahiya parêzgeriyê û erkdarkirina parêzger pîroz kir. Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê yê Merwan Elî, bi amadebûna rêveberên Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî li avahiya parêzgeriyê serdana parêzgerê …

BERFIREH

Ji Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Mutelib Ehmedyan peyama piştgiriyê

Girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Mutelib Ehmedyan bi peyamekê piştgirî da bexwedana Rojava û got “Dema wê hatiye ku ciwanên Rojhilat li gel Rojava bin.” Girtiyên siyasî yên di zindanên rejîma Îranê de Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Mutelib Ehmedyan bi peyameke hevbeş piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê. …

BERFIREH

Mezlûm Ebdî: Her çend ev lihevkirin di asta hemû daxwazên me de nebe jî, di vê rewşê de bijardeya herî baş bû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku lihevkirina wan a bi hikûmeta Şamê re ji bo rêlibergirtina komkujiyan û parastina herêmê ye. Li gorî lihevkirinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dibin beşek ji Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê û hêzên HSDyê jî wekî beşek ji artêşê li …

BERFIREH

Rêveberiya Xweser: niyeta Şamê ya êrîşan heye

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir, hinceta ku Şam ji bo dirêjkirina agirbestê nîşan dide, diyar dike ku wê bijradeya leşkerî û êrişên zêdetir daye pêşiya xwe. Rêveberiyê destnîşan kir, hikûmeta Şamê îdia dike ku agirbest bi hinceta veguhestina endamên DAIŞ`ê hatiye avêtin û ev zelal dike ku niyeta …

BERFIREH