Piştî 7 salan ji koçberiyê, karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê, ku ji 410 malbatan pêk tê, ji Hesekê ber bi Serêkaniyê ve bi rê ket. Koçberên ku bi salan li kampan dijiyan, duh (9ê Tebaxê) dest bi rakirina konên xwe û komkirina kelûpelên xwe ji bo vegerê kirin.
Xelkê Serêkaniyê di 9ê Cotmeha 2019an de, ji ber êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê, neçar mabûn warê xwe biterikînin û bi hezaran kes koçber bûn.
Ev karwanê yekemîn wekî gav û pêngaveke destpêkê ji bo vegera hemû koçberên herêmê tê dîtin. Vegera van malbatan piştî salên dirêj ên jiyana li kampan, ji bo koçberên din ên ku li Hesekê û deverên din dijîn jî hêvî û mizgîniyek e.
Qendîlprêss