Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, der barê çalakiya ku li bajarê Sine pêk anîne de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku sîxurê bi navê Salar Rengemîz di encama çalakiyekê de hatiye cezakirin.
Di daxuyaniya Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê de, hat gotin ku çalakî di 8’ê Tebaxa 2026’an de serê sibehê hatiye kirin. Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, dan zanîn ku ev kes di nava civakê de wek hevkarekî dewleta Îranê dihat naskirin û tevî ku gelek caran hatibû hişyarkirin jî, kiryarên xwe yên li dijî civakê berdewam dikirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku Salar Rengemîz ciwanên Kurdistanê kişandine nava karên qirêj, madeyên hişbir û bêehlaqiyê.
Tîmên Tolhildanê, di dawiya daxuyaniya xwe de, hişyarî da û ragihand ku her kesê ku zirarê bide nirxên civakê û ciwanan ji rê derxîne, dawiya wan dê bi vî rengî bên cezakirin.
Qendîlprêss