Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li bajarê Munîhê yê Almanyayê li hev civiyan. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê civiya. Ev civîn di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de hat kirin. …
BERFIREHKURDISTAN
Li Kobanê zarokekî 12 salî wefat kir
Dildar Rêzan Hiso (12) ji ber nexweşiya xwe ya Breez nikarîbû tedawiya xwe berdewam bike û wefat kir. Komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji dîroka 20`ê Çile Kobanê dorpêç kirine. Di aliyê tenduristiyê de gelek nexweş hene ku derveyî Kobanê tedawiya xwe dikirin. Yek ji wan jî zarokê 12 salî …
BERFIREHMezlûm Ebdî û Îlham Ehmed wê tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed wê tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin. Di astan cîhanê de Konferansa Munîhê(MSC) wekî mezintirîn foruma parastinê ya cîhanê tê qebûl kirin. Îsal 62`yemîn Konferansa Munîhê li bajarê Munîh yê Almanyayê were lidarxistin. Li gor komîteya amadekar …
BERFIREHLi Kobanê ji ber nexweşiyê pitikekî koçber jiyana xwe ji dest da
Pitikekî koçber li navendeke demkî ya bajarê Kobanê, ji ber xwarina nebaş, ava nepaqij û nebûna xizmetên parastinê ya ji ber dorpêçê, jiyana xwe ji dest da. Nûçegihana me ji Kobanê ku agahiyên xwe dispêre bijîşkên Nexweşxaneya Kobanê daxuyand ku pitikê bi navê Xelîl Muslim ê 8 heyvî ku malbata …
BERFIREHMezlûm Ebdî: Birêvebir û karmendên Rêveberiya Xweser li cihê xwe dimînin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, karmend û birêvebirên îdarî yên Rêveberiya Xweser wekî xwe li ser karên xwe dimînin û nayên dûrxistin. Mezlûm Ebdî her wiha da zanîn ku dê Deriyê Sêmalkayê jî wekî xwe bimîne. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di gotarekê de …
BERFIREHŞandeya Kurdî dê biçe Şamê
Şandeya Kurdî ya ku di encama konferansa 26ê Nîsana 2025an hatibû avakirin, dê ji bo danûstandinan biçe Şamê. Di 29ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. Piştî îmzekirina peymanê HSD vekişiya navçeyên Kurdî yên Rojava û Şandeyên Hikûmeta Veguhêz …
BERFIREHMesûd Barzanî û Tom Barack peywendiyeke telefonî pêk anîn
Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack rewşa herêmê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir. Îro di navbera Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack peywendiyeke telefonî pêk hat. Di wê peywendiyê de, her du aliyan behsa rewşa giştî ya siyasî ya herêmê …
BERFIREHÎlham Ehmed: mafên kurdan dê di destûrê de bê misogerkirin
Îlham Ehmed got ku wan ji Sûriyeyê re gotiye ku divê zarokên Kurd bi zimanê dayikê werin perwerdekirin û got ku mafên Kurdan di destûrê de û cihê şervanên jin di tugayan de hatine misogerkirin. Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di civînek li ser pêşketinên dawî …
BERFIREHBakirhan: Kî dibêje Kurd teslîm bûn derewan dike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîneke gel a li navçeya Şahînbegê ya Dîlokê (Şanlıurfa) de axivî. Di vê civînê de Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî amade bû. Bakirhan bal kişand ser peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Birêvebiriya Şamê de (Peymana 30yê Kanûna Paşîn), …
BERFIREHFermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana parêzgarê Hesekê kir
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Merwan Elî, serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa kir. Berî wê jî, hejmarek rûspiyên herêmê hatin avahiya parêzgeriyê û erkdarkirina parêzger pîroz kir. Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê yê Merwan Elî, bi amadebûna rêveberên Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî li avahiya parêzgeriyê serdana parêzgerê …
BERFIREH
Qendîlprêss