Şandeya Kurdî ya ku di encama konferansa 26ê Nîsana 2025an hatibû avakirin, dê ji bo danûstandinan biçe Şamê.
Di 29ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin.
Piştî îmzekirina peymanê HSD vekişiya navçeyên Kurdî yên Rojava û Şandeyên Hikûmeta Veguhêz jî ji bo entegrekirina HSDyê bi çend şandeyan ve hatin navçeyên Kurdî û heta niha jî ev prose berdewam dike.
Li gorî nûçeya ANHAyê şandeya Kurdî ya ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de (26ê Nîsana 2025an li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin) hatibû diyarkirin, wê biçe Şamê.
Ji bo çûna şandeyê, dîroke zelal nehatiye diyarkirin, lê hat gotin ku wê di demeke kurt de biçe.
Heman ajansê destnîşan kir ku wê li Şamê bi hikûmeta veguhêz re li ser parastina mafan, mîsogerkirina wan a di destûra bingehîn de, demokratîkbûna Suriyeyê û azadiyan hevdîtin werin kirin.
Qendîlprêss