Mesûd Barzanî û Tom Barack peywendiyeke telefonî pêk anîn

Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack rewşa herêmê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.

Îro di navbera Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack peywendiyeke telefonî pêk hat.

Di wê peywendiyê de, her du aliyan behsa rewşa giştî ya siyasî ya herêmê û rûdan û guherînên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ji bo ku rê li ber kaos, nearamî û şer bê girtin û aştî û aramî bê misogerkirin divê hemû hewl û rêbaz bidomin.

Her wiha Serok Barzanî û Tom Barack rola hev a di pêkanîna aştî û aramiya herêmê de bilind nirxand.

Barzanî di heman demê de spasiya rola Amerîkayê kir û tekezî li ser girîngiya parastina hevpeymaniya di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de kir.

تلاش دوباره

Karwanê Yekemîn ê Vegera Koçberên Serêkaniyê Dest Pê Kir

Piştî 7 salan ji koçberiyê, karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê, ku ji 410 malbatan pêk …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *