Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku Omer Dêhqan, ku ji aliyê vê rêxistinê ve bi hevkariya hêzên Îranê û destdariya di şehadeta 4 endamên YRKê de hatiye tawanbarkirin, di gundê Gageşê yê Mihabadê de hatiye cezakirin.
Li gorî daxuyaniya YRKê, di 28ê Hezîrana 2026an de 4 endamên wê bi pêşengiya fermandar Arjîn Garzan li herêma Mihabadê hatin kuştin. YRKê di daxuyaniyên xwe yên berê de ragihandibû ku ev bûyer «bê ceza namîne».
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama lêkolînên navxweyî de hat dîtin ku Omer Dêhqan ji bo demekî nêzîkî salekê bi rejîma Îranê re hevkarî kiriye û li dijî gelê Kurd li ser xaka Kurdistanê ji bo dijmin çalakî kiriye. Li gorî YRKê, Dêhqan di şehadeta Arjîn Garzan, Cîhan Sîrwan, Bawer Cûdî û Şahan Gabar de jî destê xwe hebû.
YRKê ragihand ku Omer Dêhqan di 8ê Tebaxa 2026an de ji aliyê hêzên wê ve li gundê Gageşê, li herêma Mihabadê, hatiye cezakirin.
Di dawiya daxuyaniyê de YRKê got ku «her kesê ku di vê bûyerê de destê wî hebe, dê bersivdar bibe û bigihîje cezaya xwe».
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Di encama lêkolînên hatine kirin de hate dîtin ku yek ji wan kesê destê xwe di şehadeta 4 hevreyên me de heye cehşê bi Navê Omer Dêhqan ye. Ew kes bi sala ye bi rejîma Îranê re di nava hevkariyê de bû û kar dikir. Li ser xaka Kurdistanê li dijî gelê me di asteke jor de ji dijmin re nokertî dikir û çeka dijmin girtibû dest. Ev kes di heman demê de destê xwe di şehadeta Şehîd Arjîn Garzan, Cîhan Sîrwan, Bawer Cûdî û Şahan Gabar de hebû. Ji ber vê yekê di 8’ê Tebaxa 2026’an de Omer Dêhqan ji aliyê hêzên me li herêma Mihabad li gundê Gageşê tê cezakirin. “
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Di dawiyê de em vê yekê diyar dikin ku çi kesê destê xwe di vê bûyerê de hebe wê hesabê pêwîst jê were xwestin û bighêje cezayê xwe. “
Qendîlprêss