Şandeya Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û wezîrê karên derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Şamê hevdîtin kir.
Şandeya Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji serokê ENKS’ê Mihemed Îsmaîl, endamên desteya rêveber a ENKS’ê Silêman Oso, Feysel Yûsif, Fesla Yûsif û Nîmet Dawud pêk tê, duh çû Şamê û hevdîtin pêk anî.
Wezareta karên derve ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê der barê hevdîtinê de agahî parve kirin.
ENKS’ê jî li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wezîrê karên derve yê hikumeta demkî Eseed El Şîbanî pêşwaziya şandiyê kir.
Hate destnîşankirin ku di hevdîtinê de girîngiya naskirina mafên siyasî, çandî û neteweyî yên gel Kurd di destûrê de û di çarçoveya Sûriyeya yekbûyî ya pirrengî û demokratîk hatin nîqaşkirin.
Di daxuyaniya ENKS’ê de her wiha hate gotin “Di civînê de rêbazên vekirina diyaloga siyasî ya cidî hat nîqaşkirin ku doza Kurd wekî dozeke neteweyî ya adilane vegerîne cihên wê yên durist û di tu çareseriyên siberoja Sûriyeyê de neyê paşguhkirin.”
Qendîlprêss