Girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Mutelib Ehmedyan bi peyamekê piştgirî da bexwedana Rojava û got “Dema wê hatiye ku ciwanên Rojhilat li gel Rojava bin.”
Girtiyên siyasî yên di zindanên rejîma Îranê de Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Mutelib Ehmedyan bi peyameke hevbeş piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê.
Peyam girtiyên siyasî wiha ye:
“Dema wê hatiye ku xelkê Kurdistan û ciwanên Rojhilatê Kurdistan, herwiha ên ku daxwaza azadî û doza Kurd dikin, bi Rojavayê Kurdistanê re bin. Ya ku îro li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê diqewime, belgeya heman nexşeya dîrokî ya tundiya li Rojhilata Navîn, taybet jî li Kurdistanê ye. Ev qonaxa xirab, hertim sivîlan xistiye bin dorpêç û binpêkirinan. Şerê Kobanê yê sala 2014’an ne şerek leşkerî bû, parastin û berxwedana ji bo derbaskirina sînoran bû.
Di şer de zêdetirî 815 parêzvan ku endamên hêzên berxwedan, xelkê sivîl, jin û zarok bûn şehîd bûn. Îro hewldanên ji bo bê watekirina berxwedanê dewam dikin. Di heman demê de zextên li ser Rojavayê Kurdistanê jî dewam dikin. DAIŞ û hevalbendên xwe, bi şêwazên nû û piştgiriya welatan, tundiya xwe ya li herêmê û cîhanê serî hildidin. Lê ev guhertin nikare rastiya berxwedanê bide jibîrkirin, tecrubeya xelkê vê herêmê îspat kiriye ku eger li ser bingeha hişyarî, îradeya azad ya civakî be, berxwedan ne vala ye.
Em wek girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê ku di destê heman hêzên zordar de asê mane, em ji derfeta parastinê bê par mane. Lê ev yek kesên xwedî wijdan bê par nake. Dema wê hatiye ku gelê Kurd, ciwanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hemû bi hevdengiya rast û piştgiriya mirovî bi xelkê Rojavayê Kurdistanê re bin û wateya berxwedanê biparêzin. Em careke din dibêjin parastina dîrok, rûmet û azadiyê dikare di eniyên şer de serkeftinê bi dest bixe.”
Qendîlprêss