Gîlo Îsa: Heta roja îro ENKS di avahiya Rêveberiya Xweser de cih negirtiye / Entegrasyona hêzên QSD di artêşa Sûriyê de di bin zextê de ne pêkan e

Gîlo Îsa, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S), di hevpeyvînekê de ligel Qendîl Press tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bêyî naskirina mafên Kurdan di destûra Sûriyê de, entegrasyona leşkerî ya di bin zextê de napejirînin; wî îdîayên Tirkiyê yên derbarê piştgiriya Îsraîlê ji bo Kurdên Sûriyê red kir û diyaloga aştiyê ya Ocalan li Tirkiyê wekî faktorekî giring ji bo kêmkirina gefên li ser Rojava nirxand.

Qendîl Prêss: Cih û rola ENKS di avahiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê de çawa ye? Û nirxandina we li ser çarenûsa pêşerojê ya Hêzên Pêşmergeyên Roj dê çi be?”

Gîlo Îsa: Ta roja îro ENKSê , cih di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de negirtiye, lê ev mijar di nava gotûbêjan de maye, di konferansa 26ê Nîsanê de lihevkirin tenê li ser belgeya siyasî bû, Pêşmergeyên Roj çarenûsa wan bi Partî Demoqratî Kurdistanî li başûrê Kurdistanê de girêdayî ye, wan çarenûsa xwe bi herêma Kurdistan de girêdane, ta roja îro ji aliyên wan de tû hewildanên cedî nehatine kirin ku derbasî Rojava bibin.

Qendîl Prêss: Rewşa dawî ya danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de çawa ye? Bi taybetî li ser mijara entegrekirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD/SDF) di nava avahiya leşkerî ya Sûriyeyê de, û herwiha, tehdîtên êrişa Tirkiyeyê li ser Rojava çawa dinirxînin?”

Gîlo Îsa: Bi gîştî rewşa Sûriyê aloze, hikûmeta veguhêz salek li pişt xwe hîşt bêyî ku gavnî erînî li ser asta hindirîn bavêje, hewil didin ku bi çand û îdeolojiya îslama tund û bi yek rengî civakê bi rêve bibin, reyedarên Şamê gotara kîndariyê li ser pêkhateyên Sûrî gîhandine lutikeyê, desthilata demkî a Şamê hewil dide ku mafê pêkhateyan bi gîştî biçewisîne û rojane gefan li hemwelatiyan dikin, ev jî pêkvejiyana di nava pêkhateyan de dixe metirsiyê û cûdahiyê diyar dike. Rêveberiya Xweser û QSDê di çarçoveya peymana 10ê Adarê de tevdigerin ku xalên peymanê cih bi cih bikin, entigresiyon di bin zextê de nepêkane, hişmendiyek niştimanî pêwîste, venasîna bi mafê gelê kurd li ser zemîna xwe ya dîrokê dive bê pejirandin li gorî distor, hikûmeta demkî bi erêkirin û piştgêriya dewlata Tirkiyê hewil dide ku di bin zextan de entigrasiyonê bi cih bike, di encamê de QSD bi biştgiriya gelê me guh nade gefan çi gef ji hindir da bin an ji derve de .

Qendîl Prêss: Amerîka û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di mehên dawî de operasyonên hevbeş li dijî DAIŞ’ê pêk anîne. Gelo ev nêzîkbûna siyasî û leşkerî ya DYA bi Şamê re, zerarê nade pozîsyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD/SDF)? Û gelo îhtimala guherîna siyaseta DYA û piştkirina ji Kurdên Sûriyeyê heye?”

Gîlo Îsa: Em Kurd xwediyê mafin, ji damezirandina Komara Sûrî de, em li dû maf û azadiya gelê xwe ne, ji berî koalîsiyona navneteweyî derbasî Rojava bibe em di nava têkoşînê de bûn, lê hemahengiya QSDê ligel koalîsiyonê kurd bi hêz kirin û wê ev hemahengî domdar bimîne, pêşhateyên dawiyê ku roja îro di nava hikûmeta demkî û koalîsiyona navneteweyî de, wê helwesta koalîsiyonê ji QSDê nê guhêrtin tû hêz nikanin bibin entirnatîfê QSD`ê di şerê terorê de, ji ber di bingeh de hêza li Şamê nikarê şerê terorê bike hîna terorê di nava rihê wan de cih girtiye, ji berî dû rojan li herêma Tidmirê di hindirî navendên hikûmeta Şamê de leşkerên Emerîkî bi destên wan hetin kuştin, ma ne dibê berê ew xwe ji terorê paqij bikin, ta karibin şerê terorê bikin.

Qendîl Prêss: Di demên dawî de, Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, diyar kiriye ku Kurdên Sûriyeyê ji ber piştgiriya Îsraîlê, di danûstandinên entegrasyonê de dudilî dikin. Fikra cenabê we di vî warî de çi ye? Gelo Îsraîl, wekî ku piştgirî dide Druzîyan, piştgirî dide Kurdên Sûriyeyê jî?”

Gîlo Îsa: Heger Îsraîl erê nekira wê hevalbendên Hakan Fîdan Cebhet Nisra negiha Şamê, lê dewleta Tirkiyê ji bandora Îsraîl di herêmê de li ser asta siyasî, aborî û leşkerî ditirse, Îsraîl bûye rêgir li pêş destwerdanên Tirkiyayê li ser serweriya Sûriyayê, Îsraîl bi zelalî dibêje ez parastina Druziyan dikim, tû carî pirsa parastina Kurdan nekiriye, siyaseta ku Hakan Fîdan bi kar tine ku Kurd Îsraîlê dûyemin ev siyasetekî îdî kevin bûye bê sûde, bi van gotinan dixwastin ku cîhana Îslamî ji Kurdan dûrbixin, Kurd ne dudilin di entegrasiyonê de li hikûmeta Şamê bi piştgêriya Tirkiyê dûdile û xwe ji entegrasiyoneke rasteqîne dide alî.

Qendîl Prêss: Hin çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku armanca sereke ya hikûmeta Tirkiyeyê ji destpêkirina nû ya gotûbêjên aştiyê bi Abdullah Ocalan re, kontrolkirina Rêveberiya Xweser a Rojavayê ye, da ku ew nêzîkî Îsraîlê nebe, û heta wê lawaz bike an ji holê rake. Dîtina we li ser têkiliya di navbera gotûbêjên Îmraliyê û pêşhatiyên Rojavayê de çi ye?”

Gîlo Îsa: Dibingeh de dewleta Tirkiyê ji aloziya bê serûber ku li herêmê rûdayî û destwerdanên dewletên bihiz di aloziyê de ditirse, ew destwerdan wê bi xwe re guhêrtinan bîne, ji ber vê yekê dewleta kûr a Tirkiyê mecbûrî pirosya aştiyê li bakurî Kurdistan û Tirkiyê bi erêkirinek herêmî û navdewletî, her wiha ji alîyê Kurdan de bi pêşengiya birêz Ocelan wê diyaloka aştiyê bidome, û tevahî hêzên Kurdistanî piştgêrê Ocelan in di pêngava aştiyê de, her wiha gelek name birêz Ocelan bi rê kirin ji bo nûnerên Rojava di hemî nemeyên xwe de pêştgêrî daye hêz û gelê Rojava, ez dibînim ku banga aştiyê û civaka demoqratîk rê li êrîşên hovane yan artêşa Tirkiyê li ser gel û serweriya xaka Rojava girt.

تلاش دوباره

Îlham Ehmed: Çekdanîn ne di rojeva me de ye çimkî komkujî hene

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *