Di Pêvajoya Bêçekkirinê de 10 Rojên Krîtîk: Çav li Biryarên Dewletê ne

Di pêvajoya Aştiyê de ku Tirkiye jê re Tirkiyeya bê teror dibêje, çav li rapora krîtîk a hêzên ewlehî û MÎTê ne.

Her çend tê payîn ku rapor di nav 10 rojan de were temam kirin jî, lê çavkaniyên hikûmetê diyar kirin ku piştî nirxandina pêvajoya bêçekkirina PKKyê, dê gavên pêdivî ji hêla Parlamento û navendên din ên dewletê ve werin avêtin.

Li gorî rapora Ayşegul Kahvecîoglu ya ku ji bo Rojnameya Milliyetê nivîsiye, di pêvajoyê de qonaxek krîtîk derketiye. Li gorî agehiyê Kahvecioglu tê payîn ku rapora bêçekkirinê ya ku ji hêla hêzên ewlehî û MÎTê ve di derbarê çavdêrî, têkilî û encamên wan ên li qadê de hatiye amadekirin, herî dereng di nav 10 rojan de were temam kirin. Tê gotin ku rapor dê şiroveyeke berhevdanê ya rewşa heyî ya PKK û avaniyên girêdayî wê, nexşerêya pêvajoya bêçekkirinê be. Tevî nirxandinên ku pêvajo giran birêve diçe jî, çavkaniyên hikûmetê îdia kirin ku têkilî bênavber berdewam dikin û pêşketinên nû dê pêvajoyê ber bi pêş ve bibin.

Li gorî rapora Milliyetê rayedarên AK Partiyê diyar kirine ku piştî nirxandinên yekîneyên ewlehiyê, dê rêziknameyên pêdivî werin bicîhanîn û gotin, “Piştî vê qonaxê dê nirxandinên nû werin kirin û heke qanûn hewce be, Parlamento dê gavan bavêje. Wekî din, hin gavên din jî dê biryarên îdarî, hin ferman, û hinek çalakiyên ku di pratîkê de têne kirin bin. Yekîneyên ewlehiyê dê nîşan bidin ka kîjan gav, dovê werin avêtin. Dema ku çek werin danîn dê çi bibe? Gelo dê PKK çekên xwe li Iraq û Sûriyeyê, yên din li Tirkiyeyê deynin û dê rewşa endamên PKKê ku vedigerin Tirkiyê dê çawa be.

تلاش دوباره

Mesrûr Barzanî: “Herêma Kurdistanê ji şandina çekan a Amerîkayê ne agahdar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên ji Amerîkayê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *