Foza Yûsiv: Hilbijartinên Encûmena Gel nûnertiya hemû pêkhateyan pêk neanîn

Endama Desteya Serokatiya PYDyê Foza Yûsiv der barê Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyeyê ku îro li Parêzgeha Hesekê û bajarê Kobaniyê hatine lidarxistin, daxuyanî da û mixabiniya xwe anî zimên.

Foza Yûsiv li ser hesabê xwe yê Xyê daxuyanî da û behsa nûnertiya dadmend a Sûriyeyiyan kir û got: “Hêvîyek hebû ku hemû pêkhateyên herêma Cizîrê di parlementoya Sûriyeyê de nûneratiyeke dadperwerane bikin.”

Yûsiv bi mixabinî behsa hilbijartina pêşwext kir û got: “Mixabin, kesên ji neteweyên Kurd û Ereb pêşwext hatin hilbijartin û neteweyên Suryanî-Aşûrî, Ermenî û Kurdên Êzdî bi tevahî ji holê hatin rakirin.”

Di dawiyê de got: “Ev rewş bi prensîbên demokrasiyê û nûneratiya dadperwerane ya ku em, wekî Sûriyeyî, dixwazin, li hev nake.”

تلاش دوباره

Îlham Ehmed: mafên kurdan dê di destûrê de bê misogerkirin

Îlham Ehmed got ku wan ji Sûriyeyê re gotiye ku divê zarokên Kurd bi zimanê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *