Sûriye amadehiya şerê li dijî Hizbullahê dike

Çavkaniyeke ji Şamê ji kenala “Kan” re aşkera kir ku dezgehên ewlehiyê yên Sûriyeyê amadekariyên şerê li dijî Hizbullaha Lubnanê dikin.

Kanala “Kan” a Îsraîlî diyar kir ku dezgehên ewlehiyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo derketina li dijî Hizbullahê li Lubnanê amadekariyan dike. Serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera bi awayekî fermî pêşniyara serokê DYA’yê Donald Trump a pêkanîna rêkarên li dijî Hizbullahê red kiribû.

Li gor nûçeya ku kanalê ragihand, çavkaniyeke ewlehiyê ya girêdayî hikumetê destnîşan kiriye ku di van rojên dawîn de li pişt perdeyê planek li dijî Hizbullaha Lubnanê tê çêkirin, ev plan dê di demeke pêwîst de pêk were. Çavkaniyê ev tişt gotiye “Nezelaliyek di navbera tişta ku bi awayekî fermî tê gotin û tişta li pişt perdeyê tê kirin, heye.”

Çavkaniyê da zanîn ku perspektîfên ku ji bo dezgehên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatine ew e ku li li ku derê be jî divê li dijî tevgera Hizbullahê derkeve.

Serokê DYA`yê Trump di demên dawîn de, gelek caran diyar kiriye ku li şûna Îsraîlê, serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera aliyê herî guncaw ji bo mijûlbûna bi dosyaya Hizbullahê re ye.

تلاش دوباره

Hîkmet Hecerî: Mafê çarenivîsê ji bo me ne mijara dan û standinê ye

Hîkmet Hecerî ragihand ku mafê çarenivîsê ji bo wan ne cihê dan û standinê ye. …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *