Li ser torên medyaya dîjîtal îdîaya ku pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê pêşmergeyekî din gulebaran kiriye û paşê reviyaye hate belavkirin. Lê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ) vê îdîayê red dikin û dibêjin ku bûyerek bi vî rengî qewimî nebûye.
Duh bi şevê di nav torên medyaya dîjîtal de daxuyaniyên nefermî belav bûn ku tê de hate îdîakirin di nav pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de pevçûn derketiye û di encamê de kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Di destpêkê de hat îddîakirin ku pêşmergeyekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li herêma Dola Alanê ya li ser sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê gulebaran li ser pêşmergeyên din kiriye û paşê ji cihê bûyerê reviyaye.
Di heman demê de, agahiyek din jî hate belavkirin ku dibêje bûyer di nav hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de qewimîye.
Ajansa Rojnewsê ji bo piştrastkirina agahiyan bi endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Emced Husên Penahî, re peywendî danî.
Penahî û Komîteya Navendî ya Komeleyê di daxuyaniyekê de ragihandin ku di nav hêzên wan de tu bûyerek bi vî rengî nehatîye qeydkirin û îdîaya pevçûnê derew e.
Komeleyê her weha ji dezgehên ragihandinê xwest ku tenê li ser daxuyaniyên fermî yên rêxistinê bisekinin û ji belavkirina nûçeyên nepiştrast dûr bikevin.
Her wiha çavkaniyek ji nav Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî ji Rojnewsê re ragihand ku tu bûyerek bi vî rengî di nav hêzên wan de qewimî nebûye.
Qendîlprêss