Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Îranê kolberekî Kurd bi navê Resûl Qelenderî kuştin.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, hêzên Îranê bêyî ku hişyariya pêşwext bidin, rasterast li vê kolberî gule berdane û bûyer bû sedema mirina wî.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku îro sibehê bûyereke trajîk li xeta sînor a Bilcukê ya Urmiyeyê qewimiye. Li wir hêzên ewlehiyê yên Îranê li kolberekî ji gundê Kutolê gule berdane.
Li gorî agahiyên belavkirî, navê vê kolberî Resûl Qelenderî ye, ciwanekî 21 salî ye. Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi îdiaya “veguhastina kel û pelên qaçax” li wî gule berdane û jiyana wî ji dest hatiye standin.
Resûl Qelenderî zewicî bû û bavê du zarokan bû. Yek ji zarokên wî 3 salî ye û yê din jî tenê 5 mehî ye.
Di sala îsal de 5 kolber bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin
Her sal li deverên sînorî yên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bi dehan kolber dibin qurbanî. Gelek ji wan ji ber gulebarana hêzên ewlehiyê, ketina ji çiyayan an jî sermayê jiyana xwe ji dest didin, yan jî bi seqetî dimînin.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, ji destpêka vê salê heta niha li sînorên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 5 kolber bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin.
Her wiha di heman demê de gelek kolberên din jî di encama gulebaran û şertên dijwar ên karê kolberiyê de bi giranî birîndar bûne.
Qendîlprêss