Îro Sûriyeyê û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê, sindoqên dengdanê ji bo temamkirina kursiyên Encûmena Gel a Sûriyeyê li herêmên Cizîr û Kobaniyê hatin danîn, berbijêr hatin hilbijartin û dengên kesên ku kursî di Encûmena Gel de bi dest xistine, eşkere bûn.
Ji saet 8:30ê sibehê ve, dengdan li Hesekê û Kobaniyê ji bo her 11 kursiyên Encûmena Gel a Sûriyeyê dest pê kiribûn, li gorî wê jî xelk çûbûn sindoqan û dengên xwe dabûn berbijêran.
Li Dêrikê du berbijêr bi xweber herdu kursiyên xwe bi dest xistin, navên wan jî ev e:
Ehmed Mûrad, bi koka xwe Kurd e û Elwan Elelî, bi koka xwe Ereb e.
Her sê kursiyên Hesekê jî, van kesan bi dest xist:
Fesla Yûsiv, bi koka xwe Kurd e, endama ENKSyê ye û 86 deng anî.
Ibrahîm Elelî, bi koka xwe Ereb e, ji êla Begara ye û 122 deng anî.
Omer Hayis, bi koka Ereb e, ji êla Cibûran e û 113 deng anî.
Her çar kursiyên Qamişloyê, van kesan bi dest xist:
Kîm Hisên Ibrahîm, bi koka xwe Kurd e, 139 deng anî.
Ridwan Osman Seydo, bi koka xwe Kurd e, 160 deng anî.
Ebdelhelîm Xidir Elelî, bi koka xwe Ereb e, 142 deng anî.
Mehmûd Madî Elelî, bi koka xwe Ereb e, 139 deng anî.
Li Kobaniyê jî, du kursî hebûn û van kesan bi dest xist:
Şewax Ibrahîm Esaf, bi koka xwe Ereb e û ji navçeya Şêxlerê ye.
Ferhad Enwer Şahîn, bo koka xwe Kurd e û bi ser ENKSyê ve ye
Qendîlprêss