Îlham Ehmed: Me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê îdiayên “çûyîna Îmraliyê û hevdîtina li gel Abdullah Ocalan” red kirin.

Di rojên dawî de li ser hinek saziyên medyayê û torên civakî îdiayek belav bûbû ku qaşo Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed çûne Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re civiyane.

“Ev nûçe bi ti awayî ne rast in”

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bersiv da van angaştan.

Îlham Ehmedê di daxuyaniya xwe de anî zimên:

“Di rojên dawî de nûçeyek belav bûye ku Xwedêgiravî em li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re civiyane û me hevdîtin kiriye.

Em ji raya giştî re diyar dikin ku ev nûçe bi ti awayî ne rast e. Ti hevdîtin çênebûye û îhtimala hevdîtinekê jî tune.”

تلاش دوباره

Mesrûr Barzanî: “Herêma Kurdistanê ji şandina çekan a Amerîkayê ne agahdar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên ji Amerîkayê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *