Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA, ku ji 5 rêxistinênjinan ên li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, avabûna xwe ragihand.
Daxuyaniya damezrandin û îlankirina Platformê:
Ji bo azadî, wekhevî û mafên rewa yên jinan Ji bo hemûjinên azadîxwaz ên Kurdistanê Ji bo têkoşerên riya azadîû wekheviyê
Têkoşîna gelê Kurd a ji bo rizgariyê di sed salên borî de bênavber û berdewam bûye. Rola jinan di vê têkoşînê de îspatkiriye ku azadiya welat bêyî azadiya jinan nayê bidestxistin. Jinên Kurd tenê di çarçoveya welatê xwe de, dûrî dagirkeriyazihniyeta baviksalar û serdest û nirxên ferzkirî, dikarin mafênxwe yên rewa bi dest bixin û di heman demê de bibin parêzvanên rastîn ên maf û azadiyên xwe.
Di seranserê dîrokê de, jinên Kurd ne tenê beşek ji nasname û têkoşîna neteweyî, lê di heman demê de ruhê serhildanê bixwebûne; wan pêşengî û giraniya wê têkoşînê girtine ser milêxwe. Di serdema nûjen de, lûtkeya pêşengiya jinan diserhildana “Jin, Jiyan, Azadî” (Jîna) de dest pê kir, ku tevahiyaRojhilatê Kurdistanê û tevahiya erdnîgariya Îranê girt navxwe. Wê qonaxê wêneya “jin wekî qurbanî” veguherand “jinwekî tevgereke guhertinê”. Jin ne tenê wekî daxwazkar, lê diheman demê de wekî rêber û şekildêrên nexşeya pêşerojêderketine holê; ev yek jî bûye sedem ku cîhan bi mêzekirinekesiyasî ya kûrtir li wesfa jinan a ji bo rêveberiya di krîzênmezin de binêre.
Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê qurbaniyên dualîteya zilmêne. Ji aliyekî ve, wekî Kurdek ji mafên xwe yên neteweyîbêpar in, û ji aliyê din ve wekî jinek di bin qanûnên paşverû de bi zilm û zorê re rû bi rû ne.
Em pênc rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê: RêxistinaAzadiya Jinên Kurdistanê (NÎNA), Asoya Jinên Kurd – Rêxistina Jinên Komele, Rêxistina Jinên Xebata KurdistanaÎranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê û CivakaJinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR); piştî çend mehanji civînên rû bi rû û onlîne, me pêwîstiya avakirina “Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê – JÎNA” bi têgihîştina pêwîstiyayekîtî û hevkariyê, wekî sîwaneke sivîl-neteweyî û parêzvaneke rastîn a rûmet, azadî, wekhevî û mafên jinan dît.
Ev platform peywendiya di navbera têkoşîna neteweyî û têkoşîna mafên jinan de xurt dike û li dijî vê zilma dîrokî ya liser “jinên Kurd” têkoşînê dide. Armancên sereke yênPlatforma JÎNA ew e ku îradeya neteweyî ya jinan bikin yek û cihê jinan di civakê de xurt bikin, li dijî dagirkeran û zordariyasîstematîk a li ser jinan xebat bikin û têkoşîna sivîl-siyasî ya jinan dewlemend bikin.
Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê – JÎNA bang li hemûjinên Rojhilatê Kurdistanê dike ku ligel israrkirin û parastinamafên xwe yên rewa, li dora vê platformê bicivin. Dem hatiyeku jinên welêt cudahiyên xwe bidin aliyekî û bi yek deng û yek îradeyê ji bo rûmeta neteweyî û mafên xwe bisekinin.
30ê Nîsana 2026an
Qendîlprêss