Fûad Bêrîtan: Îran li ber hilweşîna avahîsaziyê ye; Em ji bo valahî û pergaleke demokratîk amade ne

 

Endamê Konseya Rêveber a PJAK’ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku heke li Îranê valahiyeke hêzê çêbibe ev dibe ku bi xwe re zemîna avabûna pergaleke demokratîk bîne û got hêzên wan li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne.

Endamê Konseya Rêveber a PJAK’ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku heke li Îranê valahiyeke hêzê çêbibe ev dibe ku bi xwe re zemîna avabûna pergaleke demokratîk bîne û got hêzên wan li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne.

Endamê Konseya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Fûat Bêrîtan têkildarî biryarên mueyîdeyan ên di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de li dijî Îranê hatine dayin û bandora van a li ser qadê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

Fuat Bêrîtan têkildarî mueyîdeyên NY’ê li dijî Îranê dane destpêkirin û bandora wan a li ser Îranê wiha nirxand: “Vegera ambargoya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê piştî aktîfbûna mekanîzmaya tetîkê (snep back) tenê bûyerek aborî yan jî dîplomatîk nîne. Pêwîste wek werçerxek girîng di ber bi têkçûna pergala Komara Îslamî ve were zanîn. Ev guhertin nîşan dide ku ev pergal dikeve pêvajoyeke ku tê de êdî tecrîda navneteweyî ne pêvajoyek demkî berevajî rewşeke tespîtbûyî û pêwîstiyek e. Îro Komara Îslamî ne xwedî hêza lihevkirina bi Rojava re ye ne jî xwedî piştîvaniya ku berê hêvî dikir ku ji Çîn û Rûsyayê jê re were ye. Niha nakokî tenê bi Amerîka û Îsraîlê re sînordar nîne; piraniya dewletên cîhanê ji Yekîtiya Ewropayê heta bi Moskowa û Pekînê di pozîsyona girîngbûyîna pêkanîna ambargoyan de ne. Ev rewşeke herî kambaxe ku hikûmetek di sîstema navnetewî de ber bi wê ve biçe.

DI SENARYOYA HERÎ NERM DE JÎ DÊ DERBE LI PERGALA REJÎMÊ BIKEVE

Ji aliyê hiqûqa navnetewî de vegera ambargoyan xwedî wateyên cudatire. Komara Îslamî raste rast di navenda nîqaşa benda heftemîn a konvansyona NY de ye. Rewşeke ku dewletek li dijî aştî û ewlekariya cihanê gef tê dîtin. Rêyek wiha ger aktîf bimîne, dibe ku bişibe ezmûnên li Iraq û Lîbya û ber bi wê ve biçe. Ji vê jî eşkere dike ku asta ciddiyeta di pêkanîn û çavdêriya Ewropa li ser van ambargo û dorpêçan de diyarker e. Komara Îslamî dibe ku hewl bide bi rêya tawîzan yan manevrên taktîkî astengî ji pêkanîna tam a ambargoyan re çêbike. Lê di senaryoya herî nerm de jî wê dîsa darbe li pergala wê bikeve û ev rewşeke jênevegere.

Xala esasî ev e ku ger ev ambargo û dorpêça aborî bikevin meriyetê, wê firotina petrola Îranê ji Çînê re ku – çavkaniya herî mezin a sermayeya hikûmetê ye – dakeve asta herî jêr û asteng bibe. Hikûmeta ku di halê hazir de bi kêmbûna budceyê re rû bi rû ye, dema boriyên aborî jî teng bibin êdî derfeta alternatîfek din ji holê namîne. Bîlançoyên heyî diyar dikin ku şandina petrola Îranê nêzî mîlyonek û nîve varêl di rojekê de ye ku piraniya wê jî ji Çînê re diçe. Li gor dadeyan vegera ambargoyan wê vê hêjmarê di rewşa herî baş de bike 700 hezar varêl û di rewşa herî xirab û teng de jî dakeve bi 500 hezar varêl. Ev tenê hêjmarek aborî nîne şokek pergalî ye ku wê bi lez di jiyana xelkê de xwe nîşan bide. Her wiha wê wek tusunamî her kesê û her tiştî bandor bike; anku aborî, siyaset, ewlekarî û heta peywendiyên civakî jî bandor bibin.

DÊ ÊDÎ HELWESTA REJÎMÊ LI SER BINGEHA EWLEHIYÊ BE

Dema hêza siyasî di rewşeke lawaz û binketinek ber biçav de ye, her zexta ji derve naveroka ewlehiya pergalê bandor dike. Ji vir û şûnve êdî wê biryargirtina di Komara Îslamî de ji her demê zêdetir li ser bingeha ewlehiyê bibe. Pergal neçare ber bi rêbazên nû di qada ewlehî, aborî û rêveberiyê de biçe. Şêwazên berê ne tenê kêr nayên êdî nayên bikaranîn jî. Lê dariştin û pêkanîna şêwaz û modelên nû jî bi astengiyên ciddî re rû bi rû ne. Hişmendiya serwer, atmosfera giştî û derûniya pergalê têk çûye û çilmisiye. Di zemînek bi vî rengî de derfeta şarezayî û nûbûnê nayê dayîn.

DÊ KOMARA ÎSLAMÎ DI VÊ PÊVAJOYÊ DE DERBÊN GIRAN BIXWE

Di vê pêvajoyê de wê Komara Îslamî darbeyên kûr bixwe. Dema zexta derve zêdetir bibe, çavkanî kêmtir bibe û nerazîbûnên civakî bilindtir bibe, wê leza xetakirina pergalê jî bêhtir û zêdetir bibe. Ev tê wateya ku her bûyerek ji rêzê dikare bi lez veguhere krîzek ewlehiyê. Paralel bi vê pêvajoyê re wê pergal xwe zêdetir bispêre hêzên ewlehî û leşkerî. Di rewşek wiha de dewlet wê di wateya sazîbûna pêkanîn û pratîk de hilweşe. Pergala bê budce û bê çavkanî tenê dikare hebûna xwe biparêze ne ku welat bi rêve bibe.

Pêşdîtina ku ji vê rewşê derdikeve, hilweşîna aborî û binesaziya pergalî ye. Lez û kûrahiya wê girêdayî çend sedemane; îhtimala çerxkirinê û guhertina helwesta pergalê, her wiha hilbijartina helwestên cêwaztir ji berê. Wek mînak di hundir de nermkirina atmosfera siyasî yan jî lêgerîna formûlên nû ji bo lihevkirina bi derve re. Lê heta niha ti îradeyek ji bo van her du rêyan nehatiye nîşandayîn. Mêjiyê navendî yê pergalê hevsengiya xwe xira kiriye, rotaya xwe wenda kiriye û ji rêya berê jî cuda bûye.

ÎRAN KEITYE QONAX Û WERÇERXANEKE NÛ

Bi kurtasî mesele ew e ku; Îran ketiye qonax û werçerxaneke nû. Hem ji aliyê siyasî hem jî di hêla civakî de. Şaştiyên li ser hev ên desthilatdariyê fatûra gelekî bilind kiriye û berdewama van şaştiyan wê rêya hilweşîna pergalî bi leztir bike. Her wiha wê rewşekê çêbike ku Komara Îslamî felç bibe û ji hêz bikeve. Rêya ku heta niha daye pêşiya xwe tam jî bûye sedema gihiştina bi vê astê. Rewşeke ku dişibe rewşa Venezuela û Iraqê beriya êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Li kêleka van hemû guhertinan nabe em nakokiya Komara Îslamî bi Îsrailê re ji nedîtî ve werin. Ev asta nakokiyan nabe sedem ku îhtimala êrişa leşkerî û jinav birina Rêberê Îranê derveyî vê çarçoveyê be. Bûyerên bi vî rengî dikare tevahiya senaryoyê derbasî pêvajoyek nipûnû bike. Bi gotinek zelaltir; di demek kurt de ti mucizeyek tineye. Komara Îslamî tenê di navbera sê bijarteyan de li dor xwe dizivire: Xirab, xirabtir û ya herî xirab.

KRÎZÊN NAVXWEYÎ YÊN ÎRANÊ

Di berdewamê de Fuad Bêrîtan bal kişand ser krîzên navxweyî yên Îranê û îxtîmala encamên wan û bendewariya gel û got: “Hemû krîz di heman demê û bi hevre çêbûne û ev yek li Îranê ne tenê rastiyek tale; rewşek diyarkere û çarenivîsê diyar dike. Ya li beramber me tenê rejîmek dorpêçkirî nîne, pergaleke ku zêdetirî 40 sal in sermayeya wî ya dersînorî têk çûye. Di hundir de jî di warê leşkerî de binkeftinek mezin jiyaye, bernameya wî ya atomî zirarek cidî dîtiye û ji hêla rêveberiyê de jî gihiştiye sînorê gendelî, ne kêrhatin û zextê. Niha ev hemû krîzên li ser hev barbûyî, bi krîzên mezin ên aborî, civakî û ekolojîk re bûne yek û welat ber bi teqînê ve dibe.

REJÎMÊ JIYANA XWEZAYÎ Û EWLEHIYA CIVAKÊ TÊK BIRIYE

Îro Îran ne tenê bi enflasyona harbûyî, daketina nirxê pere, bêkariya giştî û gendeliya di nava sîstemê de rû bi rû ye, di heman demê de bûye civakek ku tê de derzên çînî kûr in, cudahiya birêxistinî ya olî û etnîkî, nakokiya bingehîn a şêwaza jiyana hemwelatiyan bi desthilatdariyê re, dijberiya jinan bi hêza siyasî re, nakokiyên ciwanan bi nirxên rejîmê re, pêla koçberiya zana û xwendevanan û pêla protestoyên beşên cuda yên karker û esnafan bi hevre serî radike. Li kêleka van hemiyan guhertina av û hewayê, kêmbûna avê, qirêjbûna hewa û wêrankirina çavkaniyên xwezayî, gefê li bingeha jiyana civakî dixwe. Bi gotinek din, jiyana xwezayî û ewlehiya jiyana civakê ji ber desthilatdariya Komara Îslamî ber bi têkçûnê ve diçe.

Tişta vê rewşê metirsîdar dike, ne tenê zêdebûna krîzan e. Belkû bihevrebûn û di nava hevdebûna van krîzan e. Ev yek jî heman tişte ku di di pêvajoyên derbasbûnê de wek Krîza Mezin A Pergalî tê gotin. Anku di kêliya ku pergala siyasî êdî nekarî xwe hilberîne û her tevgera wî krîz û qeyranek nû bi xwe re tine.

Her çend di pêvajoya hilweşîn yan jî derbasbûnê de li Îranê valatî çênabe. Her yek ji aktorên herêmî û cihanî di derbarê pêşeroja Îranê mentiqa xwe ya taybet ferz dikin û dixwazin bimeşînin. Tirkiye, Îsrail, Erebistan, Qeter, Îmarat, DYE, Çîn û Rûsya tenê çavdêr nînin. Her yek ji wan ji bo Îranê xwedî projene û mayîn yan hilweşîna Komara Îslamî ji bo wan jî xwedî wateyek cuda ye. Di qadeke wiha de her hilweşîn yan derbasbûn bê berçavgirtina van mijaran wê bi xwe re ferzkirin yan jirêderketinê bîne. Ji ber vê jî divê rêbaza hundirîn bikare mudaxeleya hilweşîner a derve bê bandor bike û sûdwergirtinek aqilane ji hevsengiya hêzê bike.

DIVÊ VALAHIYA HÊZÊ JI HÊZÊN PAŞVERÛ RE NEYÊ HIŞTIN

Her wiha yek ji nakokiya esasî di rêya ber bi hilweşînê ve pêşbaziya ji bo bidestxistina valatiya hêzê ye. Ger hêzên siyasî, civakî û kolan çi di hundir çi jî derve nekaribin herî kêm çarçoveyek lihevkirî pêk bînin, hilweşandin dikare bibe sedema şerê hundirîn yan jî jinûve çêbûna serdestiyê. Tevgerên Kurd, Belûç, Ereb, Azerî, Tirkmen û hêzên demokratîk ger ji niha ve pênaseyek hevbeş ji pêşeroj û yekitiya hundirîn nekin dibe ku meydan bi temamî ji hêzên paşverû re bimîne. Nabe ev xetere biçûk û jirêzê were dîtin. Opozisyona derveyî welat ger hêjî bi nakokiyên ferdî, pêşbaziya propagandayî re mijûle û qutbûna ji qada civakî ne tenê bi kêr nayê berovajî wê bibe sedema sekinandin û astengiyan.

Pergala nû ne berhema vegotinek derve, vegotina dengek û navendekê ye. Encama hevpeymaniya navendên cuda û zêde yên hêzên civakî û siyasî ne, bê ku hevdû tine bikin, pergaleke demokratîk a nû ava dikin.”

RÊYA ÇARESERIYÊ

Bi domdarî Fuat Bêrîtan, bal kişand ser rêyên çareseriyê û got: “Ezmûnên objektîf ên li Rojhilata Navîn û Ewropa nîşan dane ku di kêliya qutbûnên dîrokî de pergala alternatîf ne ji jor ji jêr xwe diafirîne. Li Rojavayên Kurdistanê, konseyên gel û tevnên civakî paralel bi berxwedaniyên li kolanan û di nava şer de karîn pergaleke lihevhatî û çalak ava bikin. Li Ewropa rojhilat jî konseyên herêmî û tevnên civakî bi qismî zemîna pergalek demokratîk amade kirin. Peyama zelal a van mînakan ewe ku modela tekoşîna civakî di şert û mercên roja îro de divê jinûve were pênasekirin. Pergala nû ne xwe li ser derve ferz dike ne jî ji jor ve tê ferzkirin. Alternatîf di kêliyekê de teşe digire ku ji jêr ve bê û ji dilê jiyana rojane rehên xwe belav bike.

Vê pêvajoyê mirov dikare wek provaya berxwedanî û demokrasiyê di astek biçûk de binav bike. Yekeya destpêkê malbate. Hucreya herî biçûk a civakê ku birêxistinbûna wê rê li ber mayîn, tevkarî û berxwedaniyê vedike ku gava yekemîn a alternatîfan e. Astek ji wê jortir kolan û tax e; pêkanîna komîteyên biçûk, konseyên herêmî, tevnên tevkariyan, dabeşkirina rolan û diyarkirina çavkaniyên hevbeş, amûrên seretayî lê jiyanî ji bo peydakirina hêza civakî ne. Ev derûnî û rêxistinîbûn divê ji asta herî jêr ber bi asta herêm û bajêr ve berfirehtir bibe û pêş bikeve.

Niha girîngiya vê modelê du qatî ye; ji ber ku leza hilweşîna pergala desthilat zêdetir bûye û egera rûdana şer yan jî aloziyên mezin di her kêliyê de heye. Di serdemek wiha de helwesta guncav ne ewe ku tu di nava bendewariyek belave de bibî yan jî hêviya xwe bi derve girê bidî. Bersiva herî hêja ewe ku civak, jiyana xwe ya komî û sînorên wê jiyanê ne di wateya erdnigariyê de belkû di wateya zihnî, sazî û civakî ji kontrol û serweriya Komara Îslamî derbixîne û jê bistîne. Ev ne tenê projeyek parastinê ye, jinûve pênasekirina serweriya civakî ye.

KOMARA ÎSLAMÎ HEWL DIDE CIVAKÊ PARÇE BIKE

Komara Îslamî di rewşek wiha de hewl dide civakê parçe parçe û tecrîd bike, bê xwestek û bê îrade bihêle. Xala dijî vê rêbaza rejîmê yekitî, îradeya komî û civakî û xwe birêxistinkirin e. Ji bo serkeftina divê mirov xwe ji çarenûsa ku pergala desthilatdar hewl dide ferz bike dûr bisekine û rêveçûna wêrankirina civak û hawirdorê bide sekinandin. Fatûraya derengmayînê wê di pêşerojê de gelekî giran be. Derûniyek wiha ne tenê ji bo derbaskirina krîzane, bingeha pergalek demokratîke ku rewabûna xwe ji îradeya civakî digire.

Siberoja nêz a Îranê tije bûyerên ne diyar in. Ji egera şer bigire heta bi mirina Rêberê Îranê û pevçûnên hundirîn ên di navbera hêzan de. Lê ev pêşeroj tenê tarî nîne. Ger civak xwe bi rêxistin bike, dikare valatiyê hêzê veguherîne zemîna vejîna pergala demokratîk. Serkeftina rast tenê di ketina pergalek rizyayî û zordar de xulase nabe. Serkeftin tê wateya hêza civakê di jinûve afirandina pergalek nû ku ji jêr destpê dike. Li ser bingeha azadî û wekheviyê ava bûye û rûmeta mirov dike jêrxana rewabûna xwe.

ERKEKÎ DÎROKÎ LI P^ŞEIYA GELÊN ÎRANÊ YE

Ev erka dîrokî niha li pêşiya gelên Îranê ye. Avakirina pêşerojê nabe piştî krîzan divê di hundirê krîzê û ji niha ve pêk were. Gelê Kurdistanê ji ber ezmûna xwe ya dîrokî, kapasîte û rabirdûya xwe ya berxwedaniyê dikare rola pêşengtiyê di vê pêvajoyê de bilîze. Em jî wek hêza girêdayî îradeya gelê xwe ji bo tevahî senaryoyên li pêşiya me amade ne. Her wiha emê erka xwe çawa ku hêjayî gelê me bicih bînin.

Di nirxandinek giştî de ger hêzên civakî û siyasî ji niha ve xwe di çarçoveya astên cuda de, herêmî û bihevre birêxistin bikin, dikarin kêliya hilweşînê veguherînin firsendek dîrokî ji bo avakirina hêza civakî û hûnandina pergaleke nûjen. Ya îro diqewime, tenê binketina pergalekî nîne, vebûna qadeke ji bo dariştina pergaleke nipûnû.”

تلاش دوباره

Îlham Ehmed: Çekdanîn ne di rojeva me de ye çimkî komkujî hene

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *