Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ji Ajansa Welat re axivî û behsa entegrasyonê kir. Aldar Xelîl behsa Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê kir û got: “Ji bilî dewletê tiştekî qebûl nake, ew ne bi hişmendiyeke çareseriyê lê bi heşmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere.”
Tişta em ji bo entegrasyonê dibêjin; Entegrasyona Demokratîk e, lê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê entegrasyonê weke me nabîne. Dibêjin her tiştî radestî me bikin. Şam ne bi hişmendiyeke çareseriyê lê bi heşmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere.
Xelîl der barê vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê û metirsiya hebûna Tirkiyeyê li herême axivî. Bi gotina wî divê Tirkiye vê yekê fêm bike; “Kurd ji bo Tirkiyeyê ne metirsî ne û zirarê nadin Tirkiyeyê. Lewma divê dev jî destwerdana li dijî pergaleke demokratîk berde. Divê Tirkiye jî ji bo vegera welatiyan alîkar be.”
Di warê mijara entegrekirina saziyên fermî de jî Xelîl got: “Saziyên xizmetê, perwerdehiyê, tenduristiyê û hemû qadên jiyanê divê entegre bibin û karê xwe bikin. Li ser vê yekê hinek xebat hene. Weke petrol, sînor û tiştên tevahî herêmê digirin nava xwe. Lê weke şaredariyan hin tişt hene ku herêmî ne û divê li herême bên birêvebirin.”
Endamê Desteya Serokatiya (PYD) Aldar Xelîl behsa mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî kir û got: “Gelên vê herêmê dê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Lewma divê komisyonek bê avakirin û bi hev re rêbazeke xwendinê diyar bikin.”
Aldar Xelîl got: “Hikêmet dixwaze rêbaza Şamê li vir bê xwendin û çend seatan jî perwerdehiya Kurdî bê dayîn. Ew jî ji aliyê Rêveberiya Rojava ve nayê qebûlkirin. Gelê me jî qebûl nake. Divê em vê mijarê di destê wan de bernedin. Heta ji me tê divê em zanibin; Zimanê me hebûna me ye. Çanda me hebûna me ye. Heger em çand û zimanê xwe neparêzin em ê tine bibin.”
Pê de çû û behsa neqebûlkirina YPJyê û saziyên jinan di nava Hikûmetê de kir. Xelîl diyar kir ku “YPJyê û Tevgera Jin formulên pir erênî peşkeş dikin, lê Hikûmeta Sûriyeyê xwedî wê hişmeniyê ye ku jinan tine dihesibîne. Jinan weke biker nabînin. Heger jinek li gor heşmendiya wan ji wan re xizmetê bike qebûl dikin, lê jinek bi vîn û birêxistinkirî qebûl nakin. Ew jî mijareke têkoşînê û mijareke sereke ye.”
Qendîlprêss