Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re ragihand ku çekdanîn di rojeva wan de nîne, ji ber ku li Sûriyeyê komkujî hene. Wê anî ziman ku di rewşeke wisa hovane de, xwestina çekdanînê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wekî daxwazek ji bo mirinê ye. Lêbelê, di çarçoveya çareseriyeke giştî ji bo Sûriyeyê de, cih û rola HSD û Rêveberiya Xweser dê di nava gotûbêjan de bê diyarkirin.
Ehmed herwiha behsa metirsiyên li ser paşeroja Rêveberiya Xweser kir û got ku wan heta niha bi hêza xwe, piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê û alîkariya hêzên Kurdî xwe parastiye. Wê diyar kir ku têkiliyên wan bi welatên wekî Fransa, Almanya û Amerîkayê re di asteke bilind de ne.
Derbarê sîstema nenavendî de, Ehmed destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser sîstemeke nenavendî dixwaze ku tê de karûbarên wekî xizmetguzarî, çand û ziman bi awayekî nenavendî bên birêvebirin, lê mijarên wekî sînor, balafirgeh û pasaport bi hikûmeta navendî ve girêdayî bimînin. Wê tekez kir ku ev sîstem dê pirsgirêkên navxweyî kêm bike û xelk dê hest bike ku xwedî maf û îrade ye.
Ehmed behsa danûstandinên bi Şamê re jî kir û got ku ew di çarçoveya avakirina Sûriyeyeke nû de li şirîkatiyê digerin, ne teslîmiyetê. Wê got ku HSD dê tevlî artêşeke hevpar bibe ku bi hev re bê avakirin. Ehmed herwiha ragihand ku danûstandinên ne-rasterast bi Tirkiyeyê re jî hene û ew vê yekê erênî dibînin, bi mebesta çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê li şûna gefxwarinê.
Di dawiyê de, Ehmed destnîşan kir ku ew agahiyan ji Birêz Ocalan werdigirin û însiyatîfa wî ji bo aştiyê ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn girîng e. Wê hêvîdarî anî ziman ku vegera xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî di demeke nêzîk de pêk were.
Qendîlprêss