Hevpeyvînek  taybet bi hevserokê PYD,ê re: paşeroja Rojava, bandora geşedanên li Rojhilata Navîn û rola Tirkiyê di hevkêşeyên herêmê de

Hevpeyvîneke taybet bi Xerîb Hiso, hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji bo Qendîl Press re derfet da ku li ser bûyerên dawî yên di Rojhilata Navîn de axivîn. Ew behsa wê re kir ku herêm li ber çavê van bûyeran dema diqewimandinê ye û ber bi ku ve diçe. Li gorî wî, derfet û metirsî yên li ser Neteweya Kurd, di çar parçeyên Kurdistanê de hene.

Qendîl press: Em pîrozbahiyê li we dikin bi helbijartina we wek hevserokê nû yê Partiya Yekîtiya Demokratîk. Planên we ji bo pêşdebirina armancên partiyê çi ne û hûn pêşerojên pêşerojê yên Rojava çawa dibînin?

Xerîb Heso: Hilbijartina me weke serokê PYD’ê em jî li temamê gelê me pîroz dikin. Çawa ku endam û geregên kongirê bawerî bi me dane, me li ser wê baweriyê em hatine hilbijartin, tiştek pîroz e. Ji bo gelê me jî em pîroz dikin, xebat û têkoşîna me ya 21 salan partiya me PYD’ê wê dewam bike.

Têkoşînek bê hempe û bi berdêlên mezin hevalên berî me, çi rêveberiya PYD’ê dibe, çi endamên mecilisa PYD’ê dibe û çi xebatkarên partiya me dibe, têkoşîn meşandine heta roja me ya îro ji niha û pê de jî ew erk mesyon dane ser milê me. Em ê karibin li gorî wê baweriyê vê xeta partiya xwe, îdelojiya partiya xwe dewam bikin û armanca me ew e ku şoreşa buhara gelan, şoreşa jinê û ya ciwanan bi pêşengtiya wan şoreşan gelan tê meşandin.

Ev ji bo me weke erkekî istratîcî ye. Hem divê yekê em ê têkoşînê berdewam bikin ku destkeftî bû bo xwîna şehîdan hatiye çêkirin û avakirin. Destkeftiyên ku bi dest xwesteka gelê kurd ketiye û bi encamê yekrêziya û hevpeymana di nava gelan de çêbûye, em ê li xwedî vê destkeftiyê û destkeftiyên dîrokî derkevin. Em ê ser vê bingihî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Çimkî Rojavaya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê îro di asta herêm û cîhanê de weke xaleke ezmûnek dîmuqratîk tê diyar kirin û bandoreke xwe hem li ser Sûrîyê, herêmê û cîhanê jî baş daye rûnişkandin. Divê ezmûnê de ji bo dîmuqratkirina Sûriyê û pêjerojek Sûriyek dîmuqratîk ne navendî têkoşîna me di vê astê de wê werê meşandin.

Bi vî şêwazî pêşeroja Rojava jî pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, pêşeroja Sûriya bi giştî û herêmê jî wê bandora xwe ji vê têkoşînê û xebata ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hatiye meşandin wê pir sûdê ji vê tecrubê jî bigirin.

Qendîl press: Ji dema êrîşa Hemasê ya li ser Îsra’îlê di 7′ ê Cotmeha 2023′ an de, herêma Rojhilata Navîn ketiye rewşeke bê hempa û niha jî gelek çavdêran di wê baweriyê de ne ku em li ber şerekî herêmî yê hemû alî ne kok û sedemên bûyerên dawî yên li herêmê?

Xerîb Heso: Êrîşa ku beriya salekê hatibû çêkirin, salekê jî bi şerê pir mezin li herêmê rû daye. Ev şerê ku heyî bi bingiha xwe ji şerê cîhanê yê siyemîn digire ev şer ne yê îro ye belkî pêlan tektîkên rê û rêbaz têne afirandin û çêkirin ji bo ku di xizmetê vê şerê cîhanê yê siyemîn keve û şer xwe li ser wê îfade bike, fereh bike.

Ev şerê cîhanê yê siyemîn berî vê bi bi 26 salan de encama komploya navdewletî û di Rojhilata Navîn û Kurdistana de çêbû di encam de Rêberê gel Rêber Apo hate dîlgirtin. Ev komplo bû sedema aloziyek mezin di hundirê Rojhilata Navîn de. Di encama vê komployê de gelek şer zêde bû. Êrîş li ser herêmê gelek çêbûn.

Armanc ew e ku, di encama van êrîşan de jî bê îradekirina xelkên Rojhilata Navîn e ne dîmuqratikirina sîstema ku li Rojhilata Navîn were avakirin û çêkirin. Sîstemek dîmuqratîk ev komplo li dijî wê ye hem li dijî îrade gelan e û li dijî dîmuqratkirina Rojhilata Navîn e. Ev şer berî 26 salan destpêkiriye û tê ev jî bingihê şerê cîhanê yê siyemîn e.

Yek jê: Dewletên herêmê yên ku piştgiriya vî şerî dikin di serî de dewleta Tirk ya dagirker rolek pir xirab û qirêj di nava komployê de dilîze. Siyaseta qirkirin û tunekirina gelê kurd û azadî û mafê gelê kurd qebûl nake. Ev rolek siyaseta qirkirinê wisa dilîze ji bo ku kurd negihêje statu, mafê xwe û îradeyek xwe ya azad.

Hemû rê û rêbazan bi kar tîne û dibe sedemê tevlîheviyek mezin di Rojhilata Navîn de jî lê bi navê Îslamê çiqasî îslam heye jî dewleta Tirk ya dagirker dixe nav liv û tevgerê û ronîkirina şer, kuştin û qirkirinê dike. Ev tevlîheviya heyî bi dehan zêdetir dihêle ku basteyek mezin ji aliyê civaka navdewletî de jî li ser herêmê çêbibe.

Çimkî di Rojhilata Navîn de sîstema dîmuqratîk bi pêşdikeve, îrade gelên dîmuqratîk pêşdikeve xwedî li xwe derdikeve.

Xwedî li xwe derdikeve bi çareseriyê diaxive, di felsefek çareserî avakiriye û xwe li cihê çareseriyê dibîne. Dewleta Tirk li dijî vê ye û dewletên komploger jî li dijî vê yekê ne. Lewra şer pir mezin dibe, pevçûn, koçberî, birçîbûn û bê kar bûn pir çêdibin. Di encamê vê de jî civak gelê ku hene temenê siyasî qirêj didin, temenê pêlan û progiram û pilanan pir xeter didin. Ji bo vê jî Tirkiya jî dema ku di şerek wisa de cih digire, lê hisab nake ku rewşek di hundirê Tirkiyayê de jî rewşek pir xeter heye. Rewşên birçîbûn, tengezarî heye.

Tirkiya bi xwe di krîzek pir kur de derbas dibe. Di aliyê siyasî, aborî, civakî û diblomasîyê de heya di aliyê leşkerî de di rewşek pir aloz de derbas dibe. Ev rewşa ku heyî, zemînê rabûna gelan di hundirê Tirkiyê de jî heye, zemînê avadike ji bo ku zemînê tune bike, têk bibe. Şerê xwe her tim derdixe derve, pêlanên xwe derdixe derve û bi dewletên komploger re xwe dike amûrek, amûrek ji dewletên komploger re. Ji bo vê jî ev şer mezin dibe û ku de jî diçe ne diyare, ango di ku de jî here heta ku derê biçe tam ne diyare.

Ji bo vê jî:

Xeteriya pêşerojê gelek çêdibe, şerê cîhanê yê siyemîn li ser Rojhilata Navîn e û hîn bi dawî nebûye. Lê ev xeterî heya bi ku da jî here tam ne diyare. Ji bo vê jî her kes hisabê xwe dike, parastina xwe dike û ev şerê ku niha zêdetir jî çêdibin encamên nakokiyên ku di navbera komploger de derketiye pêş ne li hev in.

Her kes li gorî berjewendiyên xwe dihizire, her kes dixwaze kontrola xwe li ser Rojhilata Navîn de çêke. Ji bo wê jî gelek dewlet ketina nava pêşbirkê di vî şerî de ne. Her kes li gorî berjewendiyên xwe dihizire, lê nakokiyel pir mezin di nav xwe de jiyan dikin. Ev jî encamên derbexwarina ev dewletên komploger yên ku derheqê Rêber Apo de pêkanîne, derheqê gelê kurd de komplo pêkanîne.

Berî 26 salan ev jî encama wê ye, nakokiyên wê dihêle ku şer çêbibe û fereh bibin. Nakokiyên wê ne cihê çareseriyê ne, çareserî tune ye. Şer, çek, hêz ev zihniyet tê bi karanîn ji bo vê yekê herêm ber bi rewşek aloz û xeter dibin heta ku da jî biçe. Çimkî bêne li hevkirin, aştiyekê tune ye, ango tiştên ku berê têkçû.

Ev şer: Li Xezayê bû ji Xezayê derbasî Libnan bû ji Libnanê derbasî Sûriyayê dibe û fereh dibe. Lê ev şer bingihê xwe ji ku dê digire ser axa Kurdistanê ye. Li Kurdistanê jî şerê mezin tê kirin, şerê qirkirinê tê kirin belkî ji ragihandinê ve ne diyar e, lê li gorî rastiyê ev şer pir mezin bûye. Di milekî de Tirkiyê di milekî din de Libnan, Xeza û Isra’îlê şer pir mezin bûye.

Çima?

Navpêkarî lawaz e, napêkariya ku gerentorekî ku ji bo Rojhilata Navîn de di asta cîhanê de derkeve û van tiştan li xwe bigire û bêje em rê li pêşiya vî şerî bigirin. Em aştiyekê çêbikin, aliyan li hevdû bînin tevî ku

peymanên netewên yekbûyî hene biryarên wan hene. Mixabin tiştekî wisa dernakeve ji ber ku şer fereh dibe û ev şer ne diyare heta ku de biçe. Çend dewletên din jî li ber xwe bide yan çend dewlet têkevin nava şer ev jî hîn ne diyar e.

Qendîl press: Bi nerîna we, li gorî bûyerên sala borî qewimîn, herêm ber bi ku ve diçe? Çareya vegerandina aştî û aramiyê ji bo wê çi ye?

Xerîb Heso: Li gorî pêvajoya ku di van salan de derbasbûye, herêm li ber aloziyek pir mezin, şerek pir mezin ve diçe wekî dibêjin li ser sêleke agir e. Bi rojan e kuştin, komkujiyên pir mezin çêdibin, kîn û nefiret pir zêde dibe çi li Kurdistanê be û çi li welatên din be. Gelo kî berpirsyarê vî tiştî ye ku tehemûl dike encamên van êrîşên ku têne kirin bi rastî jî cihê pirsê ye? Kesekî ji bo aştî û aramiyê dike tune ye. Berê aştî û ewlehî tune bûye, berê tim nakokî û alozî hebû ye. Neqabûl kirin ji hev re heye.

Encama zihniyete desthilatdariyê ye, zihniyete dewlet nijadpereste di milekî de faşîzim, di milekî de şofînîzim di herêmê de hukum dike û desthilatdarî pir xurt bûye. Çi desthilatdariya nijadperestî be û çi ya ol dibe, ol jî desthilatdare. Ji bo vê jî berê di bingih de tu aştî û ewlehî tune ye. Ji niha û şûn de wê çêbibe.

Eger em behsa aştî û aramiyê bikin, gerek şer bê rawestandin. Rûpelek û gavine nû di çarçoveya herêmê de bêne avêtin û di cîhanê de di heman demê de bên avêtin. Ev tişt pir zehmet e, lê tenê yê ku karibe aştîyê û ewlehiyekê çêke, Rêber Apo ye. Tê bîra her kesî ku Rêber Apo berî 4 salan beriya ku tecrîd çêbibe, Rêber Apo got: “Heftiyekê destûrê bidine min, ez ê heftiyekê karibim şerê li Sûriyê û Tirkiyayê bidim rawestandin û çareseriyekê çêkim, û ez dikarim vê mijarê çareser bikim, aştî û ewlehiyekê bênim vê herêmê.”

Mixabin, piştî vê gotinê, ev çar sal in Rêber Apo di nav tecrîdek giran de ye, tecrîdek qirkirinê de ye. Rê li ber girtin nexwestin nerîn û dîtinên stratejîk yên Rêber Apo di pêvajoya wê demê de derkeve pêş. Rêber Apo got ji niha û heya 2025’an de xeteriyek pir mezin li ser Rojhilata Navîn heye. Bi rastî jî, salan 2024’an ber bi dawiyê diçe hindik maye derbasî sala 2025’an bibin. Lê şer rast pir mezin bû, ango tesbîtên Rêber Apo rast bû. Dêmekê karîbû çareser bike, lê mixabin, rê li pêşiyê girtin. Eger ku bixwazin pêvajoyek wisa dest pêbibe, gereke azadiya fizîkî destpêbibe. Ya Rêber Apo azadiya fizîkî dema ku destpêbibe, dosiya Rêber Apo asta di herêmê û cîhanê de were livandin û azadiyek di wê astê de çêbibe. Nerînên Rêber Apo derkevine pêş, hemî gelên ku hene, gelên herêm û cîhanê jî wekî miletan çavriya daxuyaniya Rêber Apo ne, ango li bendê ne. Ev yek wê karibe bandora xwe li pir tiştan bike. Ev ê karibe rê li pêşiya çareseriyê, azadiyê, aştiyê û ewlehiyê li herêmê bi giştî veke, bi rastî jî di vê sedsala nû de. Eger ku rê li pêşiya Rêber Apo neyê vekirin, şer wê pir mezin bibin. Pir dewlet têkevin nava vî şerî de û xwîn pir were rijandin, kuştin û komkujiyên mezin çêbibe. Weke mijara ku bêje, “Kes destê kê di bêriya kê de ye,” kes nizan e. Lê dema ku bixwazin binyetekî insanî, exlaqî nêzîk bibin, çareseriyê bibînin. Çaresarî li cem Rêber Apo ye, ev jî pir girîng e. Ev ê karibe mesîr, aştî û ewlehiya herêmê ger hebe, wê karibe çêbike. Ji derveyî vê tu rê û rêbaz tune ye. Ango ev dewletên ku şer dikin, wê çi aştiyê bînin? Ev dewletên ku bi çekan û fûsa êrîş dikin, çi aştî li ba wan heye? Wê çi ewlehiyê bi xwe re bînin zehmet e. Ji van tiştan re ji bo vê jî herêm ber bi agirek nebaş, şerek nebaş ve diçe.

Qendîl press: Çi derfet û gefên ku hene ji bo netewa Kurd li herêmê çêdike?

Xerîb Heso: Ji bo me Kurdan derfetên me gelek in di vê demê de gelek derfetên me çêbûn lê mixabin ev derfetên ku hene gelek in em zêde nikarin bi kar bînin û dijmin dibîne dema ku derfet di dest me de gelek in.

Eger em van derfetan bi dest bixin û li ser bixebitin û têkoşîn bikin, helbet em ê bi serkefin ji ber ku derfet pir in, gef jî pir in. Dema ku derfet tune bane, gef jî çênedibû lê dêmekî hinkî gef heye, êrîş li ser me zêde ye. Dêmek ewqas derfet dest me de çêbûne, gerek ji van derfetên ku hene di vê demê de bi dehan zêdetir em bikarbînin û van derfetên dîrokî ku bi dest me ketine destkeftiyên dîrokî ne.

Nirxên dîrokî ne bi dest gelê kurd ketiye, gelê kurd di vê demê de jî lê xwedî derkeve. Ev tiştek exlaqî, netewî, çandî, razber ye hemû kalikên me gihane vê rojê, bi rojên zor û zehmet de li berxwedan, kurd gihane vê rojê lê di vê rojê de jî zar û têkoşîna gelê kurd, têkoşîna jin, ciwan û qîz û lawên kurd gelek derfet afirandin bi têkoşîn û berxwedana xwe ku gihandine vê rojê.

Dêmek tiştek pir mezin e derfetên ku bi dest kurdan de hene di Rojhilata Navîn de belkî bi dest tu miletan de tune ye. Miletê ku derfet di destê wan de hene dewletên ku derfet di destê wan de hebûn winda kir, lê kurdan qezenc kiriye ji bo vê gefên pir giran li dijî îrada gelê me netewa gelê kurd tê meşandin.

Bi rojana şer û pevçûn ev çi ne, ango gef in li ser me tê ferd kirin. Ji bo vê jî kurdan tu caran kesî gef nekiriye lê dijmin kurdan gef dike, her tim dijmin dagirkeriya ku heyî di aliyê siyasî, civakî, aborî û leşkerî de her wiha de aliyê siyasî û deblomasiyê de her time gefxwarinên dijimin li dijî îrada gelê kurd e çima?

Çimkî ditirse, ditirse ku kurd derfetek bi dest kurdan ketiye kawîsek di herêmê de heye, kurd wê sûdê jê bibîne. Ev dijmin jê zirar dike ji bo ku kurd sûdê jê nebîne, zirarê xwe dikin ji bo ku zirarên xwe bighîne kurdan ji bo wê jî ango tiştên ku kurd di vê demê de bikin, xwedî van derfetan bin.

Têkoşîn, rêxistin û yekîtiya xwe zêdetir xurt bikin. Ev di vê demê de li ser kurdan tê ferdkirin, yekrêzî û yekîtiya mala kurd di aliyê yekhelwest de bin û di hemû aliyan de jî kurd di vê demê de hewcedariyên xwe pir bi hejî hene li gorî pêvajoyên ku tise dikî.

Eger wisa biçe wê rewş xeter be û li ser me, îrada me kurdan jî xeter be, ji ber me xeterî, komkujî pir dîtiye me zilim jî pir diye. Me carek bi ser me de neyê, hewcedariyên gelê me, yên me hemiyan, civak û hêzên me bi hev re destkeftiyên me yî ku hene, hewcedariya me bi yekrêzî, yekîtî û peymanan heye.

Bi vê şêwazê em ê karibin pêvajoyên ku li pêşiya me hene em ê karibin derbas bikin.

Qendîl press: Bi nerîna we, helwest û siyaseta partiyên Kurdistanî li hemberî van bûyer û pêşketinên li herêmê divê çawa be?

Xerîb Heso: Ji bo pêşketin û helwestên siyasî ya partiya kurd, li gorî qonax ku em tê re derbas dibin û êrîşên ku tenê kirin helwestên me lawaz in têrê nake. Niha li gorî vê demê, li gorî perçeyên Kurdistanê û Rojava, helwest têrê nake kême. Partiyên kurdî gelek in û ev partî vê siyaset û pêşketinan dişopînin. Lê bêdengiya partiyan bê helwest bûne; bêdengiya wan rê dide dijmin, dijmin li ser kar dike ser vê bêdengbûyînê. Helwestbûyînê dijmin li ser kar dike, li ser vê yekê siyaset dike. Ango gerek rojeke weke îro em kurd her kes di parçeyê Kurdistanê de, Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat de komxebatên mezin û berfireh çêbûbane. Lê mixabin çênabin û dişopînin dibînin.

Li Rojava hesabê tê kirin; partiyên kurdî tên cem hev yên erebî û suryanî. Hemî partî tên cem hev rewşê dinerxînin. Li Başûr jî gerek wisa ba li Başûr jî ewqas partî hene mixabin ketine nava nakokiyê. Lê dijmin jî êrîş dike; dijmin Kurdistanê dagir dike, Başûr dagir dike, lê bê helwestbûne. Kurdistanê dişewtîne çete tê de bi cih dike, bargehan tê de ava dike her tiştî dike. Ew partiyane bê deng in, ji xwe re temaşe dikin. Lê ji bo hilbijartinê gelek pereyan xeric dikin ji bo hilbijartinê dinyak mirovan kom dikin ji bo ku bigihêje desthilatdariya hukum. Ewqas mirovan kom dikin û ewqas civînan çêdikin li beramberî vê Kurdistan Başûr tê şewtandin, tê talankirin û dagirkirin.

Lê ji gel re nayê gotin ku dewleta dagirker ya Tirk di nava çi pêlana qirêja dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê ye. Ev tişt tune ye ango kesekî pê diaxife tune ye. Lê ji bo hilbijartinê û desthilatdariyê ji bo ku bigihêje desthilatdariyê hemî îmkaniyatê xwe sefer pê dike. Çima li dijî dagirkeriyê sefer pê nabe? Istinfarek çênabe. Pirsgirêka me di vir de ye newisa bi vê yekê ye û bi rêklama ji bo hilbijartinê û desthilatdariyê bi vî şêwazî xizmeta civakê çênabe.

Xizmeta civakê dema ku tu hember dijmin derkeve, çimkî ev dijminê dagirker Kurdistan dagir dike. Gundiyan bê îrade dihêle ji wir derdixe; çeteyan li wir bi cih dike. Ev dagirkeriye, dêmekê rastiyê te nabîne, dijmin rastiya te nabîne. Dijmin di aliyê mafî û mirovî de te qebûl nake. Ê diçin xelkê kom dikin ewqas mesref çêdibe û ji bo hilbijartinê lê li hember dagirkeriyê çima helwestên me tune.

Hemî partiyên de Başûr de jî derfetên wan hene, îmkanê wan hene. Partiyên welatparêz û netewî ne, partiyên ku karibin pir tiştan bikin ango li hemberî dagirkeriyê derfet heye. Ji bo vê jî gereke vî karî bikin li Rojhilatê Kurdistanê jî wisa ye. Dewleta Îranê her kesekî li dijî xwe dibîne, dibêje li dijî Xwedê. Ango xwedakî li ser erdê çêkiriye, partiya wir jî dikarin werin cem me pêvajoya heyî binerxînin.

Çi pêwîste kurd bikin di vê demê de, Bakurê Kurdistanê jî dikarin wisa bikin.

Êrîşên ku li ser gelê me yî Bakur tê kirin, êrîşên qirkirinê ne. Siyaseta qirkirinê li wir jî tê meşandin ji bo vê jî helwestên partiyên me. Bi giştî, helwestên lawaz in surac û rewşa ku em tê re derbas dibin qonaxa em tê de ne têrê nake. Divî şêwazî de derfetên di dest me de, destkeftiyên di destê me kurdan de em ê nikaribin xwedî le derkevin. Ji bo ku em zêdetir xwedî le derkevin bikin em parçe parçe yekrêziyê xwe çêbikin, parçe parçe helwestên me li her çar parçeyên Kurdistanê asta Kurdistan bi giştî de jî.

Komxebat û xebatên mezin bêne kirin çi li ser axa Kurdistanê çi jî li ser axa derveyî welat be. Di zemînê avakirina tiştekî wisa de komxebatên berfireh yên mezin de heye qem jî weke PYD’ ê van tiştan destek dikin. Suraca em tê de ya xeteriyek xwe heye, ev xeteriya ku heyî xwe feriz dike. Dema ku feriz bike li hemberî vê helwest û bernameyên me hebin, pêlanek me hebin, pêlanek me jî li hemberî vê yekê hebe.

Dijmin li me didin, me dikuje, welatê me talan dike û dişewitîne dagir dike. Bi rojana gefan li îrade me dixe, mirovên me işkence dike, sebîlan armanc digre. Bi balafiran mirovan armanc digre, bi 24 demjimêran bi balafiran êrîş dikin ji seranserî xeta sînor bigire ji aliyê Efrînê kiryarê ku li Efrînê dikeli Bakurê Kurdistanê û seranserî Rojava û Bakurê Kurdistanê.

Êrîşên pir xeter dike heta di hundirê Başûr de dike, û di hundirê Şengalê de dike. Li hemberî vê em ê çi bikin dema ku em bê deng bin bêdengiya me carinan lewma dikin civaka navdewletî bê deng e. Çima em bê deng in, çima em lewma ji xwe nakin?

Hekumeta Îraqê sê partî ruxseta wan kişandin. Yek partiyekî jî piştgiriya van partiyan nekir. Yek partiyên Başûr piştgiriya van partiyan nekir. Heger îro te piştgiriya van nekir, wê sibe ji te jî bikşînin. Wê sibê dor bigihêje te jî partiyên din jî ji bo vê gerek hêz û partiyên me yî siyasî ji wisa zêdetir ji vê hişyartir bin.

Ez bawerim ku hişyarin jî her wiha têdigihêjjn jî lê helwest û yekrêzî jî girîng e. Bi vî şêwazî dîsa jî baweriya me mezin e. Hêviya me heye partiyên kurdî jî hîn dem jî li pêşiya me heye. Em di vê asta yekîtiya netewî de têkoşîna xwe xurt bikin helwestên xwe bidin pêş. Em hinek li hemberî vê dagirkeriya ku li ser axa me çêdibe, dewleta ku maf, îrade û azadiya me qebûl nake. Wê çi dostanî pê re bi pêş bikeve, çi alîkarî û sûdê li kurdan bike.

Ê vê yekê nake; ji bo vê jî gerek helwestên me divî alî de hebe. Helwestên me li gor demê bin, wê demê em ê bêjin gavên tên gerek gav di vê sînorî de bên avêtin.

تلاش دوباره

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon şirîktî ye bi zorê nabe

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û got: “Di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *