Gotûbêj bi Raman Reşwanî derbarê rola Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava li ber pirsgirêkan herêmî û piştgirîya koçberan

 

Hevpeyvînek taybet bi endamê desteya rêveber a navenda Rojava bo lêkolînên stratîjî bi rêz Raman Reşwanî re û axaftinek li ser navendê, armancên wê, kêşeyên ku li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ”Rojava”, çawaniya rûbirûbûna wan, sedemên ji cîhûwarkirinê, û siyasetên ku ji bo piştgirîkirina awareyan û vegera wan bo malên xwe hatine şopandin?

Qendîl press: Hûn dikarin bi kurtasî ji me re behsa sedemên bingehîn  ên koçberbûna ji Rojava bikin û bandora vê yekê li ser civak û siyaseta herêmê?

Raman Reşwanî: Navend di sala 2012’an de, miha 12’an, ji aliyê komek rewşenbîr hat avakirin. Civînek çêkirin bo ku saziyekî karibin kar bikin di vê herêmê de.

Wê demê, şoreşa Sûriyê dest pê kiribû û alozîya Sûriyê di sala 2011’an de dest pê kiribû. Saziya sivîlan gelek jî tevlîhevî çêbûbûn; gelek kom û nerîn derketibûn. Ji bo wê rewşenbîran dîtin ku pêdivîyek heye ku navendek fikirî çêbibe, karibin di aliyê civakê û pêşkêşkirina fikirên stratejî de, ku mesela kurdî û mesela herêmê parastin bike.

Navenda Rojava armanca wî ew e ku pêşeroja herêma parastin bike. Yek ji armancên wê jî ew e ku civaka Rojava ji aliyê fikirî de parastin û xwediyên biryarê alîkariyê bide wan ji aliyê şêwerandinê û siyasî.

Tiştên tehdîdê ku li ser wan hene, wan dikare bi rewşê analîz bikin, di riya şîrove û lêkolînê de alîkariyê bide wan. Armanca me ew e ku yekemîn parastina civaka Rojava bike.

Qendîl press: Li gorî nerîna we, herêma Rojava rastî çi astengiyan tê di vê demê de?

Raman Reşwanî: Di rewşa heyî de, riyên xetereyên herî mezin ku li ser cih hene, dagirkeriyê ye. Dewletên ku dixwazin vê herêmê dagir bikin, bi awayê zindî di riya çete, balafir û leşkerên xwe re, dewleta Tirk bi taybetî dixwaze cihên ku Kurd tê de dijîn dagir bike. Wî dixwaze armanca xwe bigihîne û tê de jiyan nebe.

Eger plansaziyên wî serkeftî bîn, rengê kesek karibe bistîne. Hem Rûsya û hem jî dewletên ku li vir kar dikin, têgihiştinên wan bi hêzên Sûriyeya Demokratîk re jî hene. Hem Emrîka dixwaze li vê herêmê destê dagirbike.

Herêmeke din, gelek herêm hene ku çavê Tirkan lê ye ku dixwazin dagir bike. Gefên herî mezin ev in: pêşiya Kurdan û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û pêşiya pêkhateyên ku di vê herêmê de dijîn.

Astengiyên mezin jî li ser rewşa ku li cîhanê de heye, wekî şerê Okranyayê û nearamîyên li Rojhilata Navîn. Hîn gelek strategî û tevlîhevî hene ku dixwazin ji vî rewşê sûdê xwe bigirin û herêmên din jî dagir bikin.

Lê tiştên sereke ev in: dagirkeriyê rewşa aborî, civakî û tiştên dinê li herêmê dikarin sivik bikin. Gava ku dagirkeriyê neçar bibe, rewşeke alozî berdewam dibin. Gefa herî mezin li pêşiya herêmê ev e ku dagirkeriyê neyê çareserkirin, û alozîya rewşa cîhanê bi tevahî de girêdayî wê ye.

Tirkiya gelek armancên wê hene. Di binasaziya Rojava de, fermandarên leşkerî û ewlekarî dixwazin kesên ku tê de şerê tîrorê kirin, tunebin. Jî, binesaziya tevlîheviyek bi aliyên rêveberiya xweser û civakî de dixwazin ku civakê li hember rêveberiyê derxe.

Nêzî salek e ku li herêma Qamişlo elketrîk tune ye. Tirkiya dixwaze aloziyek mezin û tevlîhevî çêbike. Ew bi awayek zindî alîkariyê digire û hêzên me nikarin bi tenê bi Tirkiyê re. Hem alîkariya dewletên din yên Astana hem jî, Tirkiya sûdê jê digire ji bo ku plansaziya xwe di vê herêmê de pêk bîne.

Armanca wî ya sereke valahiya Kurdan çêbibe, wekî ku berî jî li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrîn bi 300-400 hezar Kurdan koçber kirin. Siyaseta dagirkeriya Tirkiyê ya dijî Kurdan bi dewlemendî berdewam dibe, wekî ku li Bakurê Kurdistanê koçberiyê çêkir, ku ji gava komeleya Tirkiyayê ve Atatürk heya niha, ev siyaseta dagirkeriyê berdewam e.

Qendîl press: Rola Navenda Rojava di rûbirûbûn û çareserkirina van pirsgirêkan de çi ye?

Raman Reşwanî: Em saziyekê fikirî ne, rola me jî gerek e ku di aliyê fikirî de be. Di aliyê fikirê siyasî de mirov dikare bêje, fikirê civakî dikare wek navend, van xeteriyan bîne ser ziman.

Rola Navenda Rojava di gelek cihan de heye. Komecivînên ku li ser guhertina dîmografîkê çêdikin, bi taybetî li herêmên dagirkeriyê û bi astengiyên Da’iş de gelek zêde kirin. Di gelek cihên ku xetereyên li ser Rojava hene, Navenda Rojava hem di aliyê lêkolînê hem jî di aliyê kovaran de kar dike, malpera me jî heye.

Navenda Rojava bi vî karî radibe û karê fikirî di aliyê siyasî de gelek pêşînyaran pêşkêş dike, hem ji rêveberiyê hem jî ji saziyên ku têkiliyê vê herêmê dikin. Vê herêmê birêve dibin navendên Rojava, û têkiliyên wan hene.

Lêkolînên ku em çêdikin em radestî wan dikin. Pêşînyarên me ji bo rewşa siyasî û ewlehî li ser ziman dibêjin, gelekî çalakiyên ku herêmê armanc digirin, bi taybetî di aliyê Tirkiyê û hevalbendên wê de.

Kesên ku têkiliyên wan bi hevdû re hene, herêmê armanc digirin. Wekî ku em anîn ser ziman, wekî Asîtana û yên ku tê de xebat dikin. Wekî Navenda Rojava, em karibin xebatekî wêkî ev bikarin, û tiştên ku di herêmê de qewimî ne, eger di pêşerojê de biqewime, em di vê alî de bihtir dixebitin di aliyê fikirî û şêwermendiya siyasî de.

Qendîl press: Heta niha, serkeftinên navendê yên herî berbiçav çi ne?

Raman Reşwanî: Navend bi gelek çalakiyên mezin rabûye. Yek jê pêşnûmeya peymana civakî ya rêveberiya xweser bû, ku navendê pêşkêşkiriye. Hîna di 2014-2015’an de bû, piştî wê di 2016’an de amarên ku di herêmên Rojava de çêbû ji xwe, navendek sereke bû, ku di vê de rolek mezin lîstiye, hem di aliyê meydanî hem jî di aliyê cudahiyê de. Navend karekî sereke tê de lîstiye, bi pêy wê jî navendên gelek komcivînan çêkirin.

Di 2018’an de, navend bi qewet di ser guhertina dîmografîk û dagirkirina Efrîn de çalak bû. Navendê bi gelek tevlîheviyên beşdar bû, bi rêzê mêhvan û kesên ku diyalogê birêvebirin. Kesên derve wekî “Bernard Kouchner” wek kesên dijî yên navdar ku tên naskirin, wan jî cihê xwe girtin. Piştî wê di 2019’an de, navendê dîsa bi nav û deng komcivînên navdewletî çêkir.

Di miha Tîrmihê 2019’an de, navend bi gelek dewlet û siyasetmedar li aliyê navê ereban wekî Si’ûdî, Îmarat û Misrî bi amadehîyê tevlîbû. Dewletên Ewropî jî bi gelek hûrgulî amade bûn, di navenda lêkolînên ser pisporên Da’îş de. Nêzî 50 kes di vê komcivînê de bi navên mezin amade bûn, wekî dewletên Ereban, Başûrê Kurdistan û Îraq jî, ku nêzî 300 kes amade bûn.

Di 2022’an de, navendê semînerên nakokiyên kurdî-kurdî çêkir, û dîsa jî li dar xist ku nakokiyên kurdan ji holê rakirin û yekrêzî çêbibe.

Di 2023’an de, navend bi semînerek navdewletî di sedsala Peymana Lozanê de çalakî kir. Kesên ku lê amade bûn, bi taybetî Ferensî, Ketloniyayê, û dewletên Ewropî wekî Ferensa, Swêd û Finlenda tevlî bûn. Navend gelek xebat kirine û herî dawî jî komcivînek di ser koçberiyê de çêkiribû.

Navend di herêmê de gelek projeyan kirine ku çawa koçberî bi rê bombebaranan û tirsan hebe, ew jî di herêmê de koçberiya bihtir bû. Navendê ji bo vê mijarî dîsa komcivînek çêkir. Herî dawî, navend bi semînerek li ser mijara koçberiyê û rewşa tevgera siyasî çalakî kir, ku her roj jî lêkolîn û analîzên siyasî û şîrovekirina rewşa siyasî tê çêkirin.

Navend heya niha çalakiyên çêdikin pey re jî kovara me tê derxistin û lêkolîn û analîzên siyasî, şîrovekirina siyasî ji bo rewşê tê çêkirin bi rojane tên çêkirin.

Qendîl press: Hûnê bi kurtasî sedemên koçberbûna li Rojava û bandora wê li ser civak û siyaseta herêmê ji me re vebêjin?

Raman Reşwanî: Me di miha 1’ê de komcivînek çêkiribû li ser koçberiyê, me anketek çêkir û me li vir jî belav kir. Li Ewropayê û li Kurdistan bi giştî li her çar parçên wê û me anketek meydanî li vir çêkir. Li bajarê me yê kurdî û li bajarên din jî me çêkirin.

Sedema sereke ya ku derket, dagirkeriya Tirkiyayê bû û şerê taybet, ê ku hin partiyên ku tê de beşdarin li dijî herêmê dimeşînin. Yek sereke ango rêjeya wê ya herî bilind ji bo koçberiyê ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ”Rojava” çêdibe, yekane gefên Tirkiyê li ser herêmê û piştî wê jî Da’iş derket.

Da’iş hîna jî milet ji Da’iş ditirse, wek mijarên Dêra Zorê, Şedadê û aliyê Reqayê hîna jî ev metirsî hene. Da’iş dîsa jî gur bibe dema ku Tirkiyê êrîş dike, Da’iş jî bihinek bihtir distîne. Êrîşên wan pir dibin, di hin deran de jî êrîşên wan jî bi hev re ne.

Dema ku Tirkiyê êrîş dike, Da’iş jî bihinek mezin distîne û ew jî êrîşên xwe pirtir dike. Wekî din, mijarên dawî rewşên aborî û tiştên ku li herêmê çêdibin dîsa jî girêdayî rewşa aramiya ku li vê herêmê heye. Aramiya wê jî girêdayî ev hêzên ku dixwazin dagirkeriyê bikin, hêzên ku dixwazin heymenê bikin, wek herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê.

Wek Da’iş û wek hinek herêmên din, jî rêjîma Sûriyayê dixwaze dest bidin ser vê herêmê. Ango girêdayî vê ya ye bihtir rewşên siyasî, ne zelalbûna rewşa siyasî bihtir girêdayî vê ya bû. Mijarên dagirkeriyê ku gefên rojan e dike ser herêmê, ji bo wilo jî kesên li Ewropayê ev ji me re pêşkêş kirin û şîrove kirin.

Em mijarên dagirkeriyê û ne zelalbûna vê herêmê ku rewşên siyasî tê de çêdibin, tiştên li ser koçberiyê ev bûn, ya sereke dagirkeriyê Tirkiyayê ye.

Qendîl press: Polîtîkayên ku tên pêkanîn bo piştgirîya koçberan û alîkariya wan bo vegera malên wan çi ne? Her wiha rola rêxistinên sivîl û civaka navdewletî di alîkariya koçberan de li Rojava çi ye?

Raman Reşwanî: Ji bo alîkariya kesên koçber yên ku ji warê xwe derketine, wek Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, li vir heya nêzî 350 hezar kes ji Efrîn di 2018’an de koçber bûn û derbasî herêma Şehbayê bûn. Di miha 10’ê 2019’an de jî dagirkeriya Tirkiyayê êrîşî herêma Serê Kaniyê û Girê Spî kir, li wir jî nêzî 200-250 hezar kes koçber bûn.

Alîkariya wan çawa tê kirin? Li gorî şopandina me rewşa van kampan bihtir rêveberiya xweser pêşkêşî wan dike û piştgiriyek logîstîkî û madî tê pêşkêşkirin. Hinek rêxistinan hene yên ku alîkariya wan dikin, mijarên rêxistinên navdewletî bi rastî tên jimartin. Kampên berxwedanên Şehba, Serê Kaniyê û Waşo Kanî, yên ku di herêma Cezîrê de ne, bi taybetî alîkarî tê kirin, lê kêm ew hene ku rêxistinên navdewletî alîkarî pêşkêşî wan dikin.

Piraniya rêxistinên navdewletî û civaka navdewletî xwe vedidin wan kampan, tenê bi hêza xweser dixebitin û hevalbendiya wan ya sereke bi kampên ku zarokên Da’işê di wan de dijîn girêdayî ne. Di vê de gelek rêxistin dixebitin û pere jî didin wan, balkêşiya mirovên navdewletî jî li ser vê ye.

Ev bala mirovên ku di warê Tirkiyayê de jiyan dikin, gelek hinek alîkariya pêşînên wan tê pêşkêşkirin, lê li herêmên ku li ber dagirkeriya Tirkiyayê û Da’işê hatine koçberkirin, tenê alîkariya rêxistinan hene, kesên ku xwe ji hejmara koçberan jiyan didin.

Li vê warî bala mirovên navdewletî di kampên ku zarokên Da’işê jiyan dikin gelek zêde ye. Heke kesên ku dagirkeriya herêmên wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi darê zorê derxistî bûn, ev ji aliyê rêxistinên navdewletî û civaka navdewletî alîkariyê gelek kêm dît. Hemû koçberan, yên ku bi zorê ji warên xwe hatine derxistin, di kampan de jiyan dikin, lê alîkariya wan têkilî girtine rêxistinên herêmî û yên xweserê.

Lê rêxistinên navdewletî bi rastî alîkarîyekî bi rast ne pêşkêş dikin. Ev gelek sereke ye ku wêzareta mirovahîya civakî û yên din di vê aliyê de nabet alîkariya piştgirî berdewam û herêmên ku dagirkerî Tirkiyayê ewlekin. Koçberbûn di vê aliyê de gelek hevalbendiya gelemperî yên herêmî ye, di rastiya da tenê bi çalakiyên civakî yên xweser heye.

تلاش دوباره

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon şirîktî ye bi zorê nabe

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û got: “Di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *