Şoreşa 19’ê Tîrmehê salvegera 12 emin a destpêkirina Şoreşa Rojavayê kurdistanê li Bajarê Kobanê ceruska Şoreşê dest pê kir û li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.
Hevpeymaniya navnetewî ji bo têk çuna “DAIŞ” Piştgiriya vê şoerşê kir ji aliye lojistek û leşkerî ve alikariye Yekîneyên parastina gel (YPG – YPJ) şervanê ku hember “DAIŞ” şer kir Taritî li ser ruyê dinyey rakêren.
Li ser rola hêzên navneteweyî di rûbirûbûn û şerê li dijî DAIŞ Berpirsê Navenda Ragihandina YPG’ê Siyamend Elî ji Qendil press re axivi
Naveroka hevpeyvînê :
di serî de 12 e mîn salvegera şoreşa Rojavayê kurdistanê li tevahî gelê xwe em pîroz dikin, bê gûman yek ji gavên dîrokî bû gava gelê kurd têde vejîna xwe dîtin, û di wir de serê xwe heldan li hemberî hemû hêzên desthilat dar û mafdariya xwe ya jiyanê ku bi destxistin, helbet ev hemû jî bi têkoşînekê pir mezin hat bedenekî pir mezin hat bi hezar Şehîd bi hezare birîndar û bi têkoşîna gelekî û hêzekî ku bi îradiya xwe bi Azadiya xwe bawere heta ku gihîşte roja xwe ya îro û ew serkeftin bi dest xist.
Şerê li dijî hêzên radîkal:
Helbet û bê gûman de dema salên şoreşê yên dirêj de bi hesanî derbas nebû, bi gelek kul û kelem hate dirbas kirin û bi şerekî pir mezin hate derbaskirin bi dijminekî pir hov re şer hate kirin di nav de jî ew hêzên radîkal “Cebhet Al Nusra, Al Qa’aîda” û ya herî dawî de jî tekoşîna me di hemberî “Daişê” de û derketina wê di sala 2014 de li tevahiya erda Rojavayê Kurdistanê ku li hemberî wê hêza radîkal û hêza xwîn mij, şerekî bê himpa hate mişandin, di berxwedaniya destpêkê de ku li Kobanî hate dest pê kirin heta ku di Baxozê de hata Bi dawî kirin û têkoşînekî ku hîna berdewame ew şaneyên wê Daişê ê veşartî û heta weka roja îro jî ew têkoşîna hêzên me li hemberî va çeteyan didomin, bê gûman ev şerê ku hate kirin ji hêla hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG – YPJ) ve , û derketina (HSD)ê de, tevahiyên gelên herêmê bi piçûkê xwe û mezinê xwe bi hemû Olên xwe bi hemû pêkhatiyên xwe Kurd,Ereb, Sûriyan, Ermen sûdekê pir mezin jê girtin û bû zemînekî mezin ku her gavek ku tê avêtin her Olek her netewek her qewmiyetik ku cihê xwe di nava şoreşê de bigre di nav refên şoreşê di bigirn, çi leşkerî be çe civakî be heta ku gihştin ew yekîtiya gelên herêmê û hevgirtiya wan hêzekî mezin da ava kirin û hiştin bi wê hêza xwe ku “Daiş” tûba bibê li ser erda bakûr û rojhelatê sûriyê tevahî.
Rola Hêzên Navnetewî:
Di serî de keç û xwertên Rojavayê Kurdistanê ev têkoşîn hate bilind kirin, û li hemberî va hêzên radîkal li hemberî dewletik wek Tûrkiya êrîşê wê û dagirkiriya wê û hewldana wê tûne kirina gelên di herêmê de, ew berxwedanî heta radeykî pir bilind hate mişandin, lê helbet li kêleka wênakê jî rolekî hêzên navnetewî bi têkoşîna li dijî “Daişê” de çê bû, piştî ku hat dîtin ku li ser erda Sûriya û Îraqê li ser erde Rojhelata navîn ku te hêzn ku li hemberî “Daişê” bisekinê nehate dîtin, lê bi berxwdanî û bi fede kariya kêç û xwertên (YPG – YPJ) hemû çavên dûniyayê hata kişandin û bû zemînek ku gelik dewlet destik nîşan bidin, di nav de jî hêzên Kewalisiyona Navnetewî kû zêdey 75 dewletan pêk tê, bê gûman rolekî pir aktîv û erênî di karê bi nerxênê, ew şerekî hev beş ku hate kirin, bi wa hêzên ku li kêleka YPG, YPJ, HSD ê rwestiyan di heman mewziyan fi heman qadê de şerkirin ew yek di karê bi rengekî pir erênî bi nerxênê, encamên wê jî diyarin tûnekirina “Daişê” cuxrafî û têkoşînekî hîn heta wek roja îro jî berdewame, ev fersetikî mezin çêbû ku em va hêzên radîkal ji kokê rakin, û ev armanc heta wek vê kêlîkê berdewame yek di karê wê xalê bi xaleke erênî binirxînê, ji ber ku rastî jî bi alîkariy va hêza û fede kariya YPG, YPJ e duniya tevahî pê hate parastin di derî de gelê Sûrî, gelê Îraqî û tevahiya Rojhelate navîn heta tevajiya Ewrûpa win dizanin di demekî de rastî gelek êrîşên “Daiş” ê hat kirin û gelek teqîn û tehdîdatê li ser wa welata jî hebûn, lê ev têkoşîn ev hemî ze’îv kirin.
Rola Tirkiyeyê di şoreşa Rojava de, piştgiriya wê ya ji bo DAIŞ’ê û dagirkirina herêmên kurdî:
Helbet ev şerê têkoşîna ku YPG, YPJ e da mişandin hêviyekî mezin da gelê cîhanê, ku hêzên serkêşiya tûne kirina terorê dikê, ê bû cihê kêf xweşiyê, lê mixabin di kêleka wê hinek hêz hebûn ku ev têkoşîn bi rengekî cuda de hat nirxandin li hemberî yan jî kêleka vê hêzên me bisekinê û destek bidê li kêleka hêzên tinderew li kêleka hêzên “Daiş” ê sikinî, bi hemû derfet û îmkaniyatê xwe yî fikrî, madî, teknelocî, xiste xizmete terora “ Daişê” de yek ji wa jî dewleta Tûrkiye dagîrker bû ku di hemî hemleyên ku hêzên YPG, YPJ, HSD e dist pê dikirin li pişta HSD ê diketin ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagîrker ve, û heman demê de gelek herêmên ku ji “Daişê” hate rizgar kirin îro em dibînin di bin dagîrkeriya Tûrkiya de ne, wek )Serê Kaniyê, Girê Sipî, Efrîn, ê( heman demê de henek cihên Sûrî de wek )Cerabilis, Îzaz, Al bab, Îdlibê(, ku îro em di bînin bûye hêlînekî ji hêlînên çêkrina “Daişê” û heval bendên wê ên Qa’aîda û Tehrîr Şam, û her wiha “Al cewlanî” evnakê bo zemînekî mezin ji boy Daişê ku hêzek da Daişê hêviyek da Daişê û derng bûna tûne kirina Daişê girtima dosiya daişê heta weka roja îro jî yek ji sedemên hiştiya ku daiş ser piya bimînê helbet ev dedtek daiyna dewleta Tirk ji daişê re ye, ji ber ku Tûrkiya hebûna û serkeftina Daişê hebûn û serkeftina xwe dibîne ê tûne kirina hêzên Rojavayê Kurdstanê ji bo xwe serkeftin di bîne, yanî hebûna xwe girêdidê bi hebûna Daişê, ser wî asasî hemu armancên wê hemê hewldanê wê têk birina pirojeya netewa demoqrtaîk li bakûr û rojhelatê Sûriyê a kû serkêşiya wê YPG, YPJ, HSD ê kir û piştgiriya tevlîbûna hemû pêkhateyên gelên herêmê.
Êrîşên hêzên rejîma Sûriyê li Dêra Zorê:
Pêwîste em ji bîr nekin jî ew hêzên ku girêdayî rêjîma Şamê wek “Dîfaa Al wetanî” û hinek hêzikên ê ku li rojavayî çemê feratê ne bi taybet herêmên Dêrazorê de, ku her tim hewldanên êrîşên li ser hêzên me dikin her wiha hevkariyê ku bi Daişê re dikin, çav girtinekî ji derbaskirna çeteyên Daişê dikin li herêma Dêrazorê, tê diyar kirin ku yek dikare wisa bi nav bikê odeya operasyonên hevbeş di navbera Tûrkiya de û va hêzikên ku ki rojavayê feratê de ku di heman armancê de tûne kirina û zeîf kirina HSD ê li wan herêma de hîn jî berdewame, lê bê guman em jî li himberî wênakê gelê me yê Ereb mecalisê me yê lişkerînin ku li wê derê komîn û mecalisê sivîl û hêza me ya giştî ku wir de bi wê hevgirtiya gelan ku li wir xwe girtiye li hemberî wê jî têkoşînek tê meşandin pêlan û pilan saziyên wan vala têne derxisti.
Derbarê hebûna hêzên Rûsî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê:
li aliyik dî helbet li Bakûr û Rojhelatê Sûriyê hêzên Rûsî jî hene yanî keleka hêzên navnetewî ku herdû wek hêzên garantor têne nîşan dan û rolekî bi taybet di agir besta 2019 an de rol leystin, lê em dikarin wisa binerxînin, heta wek niha tevahî êrîşên dewleta Tirk li ser bine saziya me li ser hevalên me li ser Şervan û Fermandar ku têkoşîna “Daişê” cî girtin û êrîşên wê li ser gelên me li ser nirxên şoreşê hete niha jî ew hêzên garantor rolekî êrênî baş na lîzin da ku ew êrîş û gefên dewleta Tirk li ser me bêne rawstan din ser wî asasî jî ew jî wek rexnekê ji bo va hêza bi taybet hêzên Rûsî ku ezman ji bo wa balafirên şer ên dewleta Tirk têne vekirin, ev rolekî ze’îf dinerxînin, lê em dikarin vê jî bêjin yanî li hemberî vênakê ew jî têkoşînekî siyasî diblomasî tê meşandin û hemû hewldan têne şûxlandin û em wek hêzên leşkerî hemû agir bestên heyî re bi hemû peymanên heyî re ê ku dikevin xizmeta gelê Bakûr û Rojhelatê Sûrî de helbet em berdewamin, lê li kêleka wênakê di çarçoveya parastina rewa de çi êrîşekî li ser me werê wê bersiv daiyînekê wê çêbibê, hêzên me yê leşkerî )YPG YPJ HSD e( di çarçoveya parastina rewa de di wext û wextê rast de bersiv tê daiyn û ji bo parastina nirxê Şoreşê a 19 ê Tîrmehê ku 12 e sal li dû xwe hiştin ew nerx bi fede karî û kedekî pir mezin carek dî tir wê ê berdewam kirin.
Bi vê boneya pîroz sal vegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê em li hemu lêgerînê xwe hemu fikrê xwe bi taybet ji bo parastina nirxê şoreşê û rizgar kirna hemû herêmên dagirkiî, ji bo wênakê têkoşîneke mezin bê meşandin û hemû lê gerînê me li ser asasê ku gelê me yê niha di kampa de vegerin warê xwe, û ser vî asasî jî hemû xebatê me têne meşandin helbet ev jî sozeke ji bo gelê xwe em her tim dibêjin û bi vê bûneyê jî nû dikin.
Qendîlprêss