Gêlo Îsa: Li Rojava divê em bi hev re bi yekîtiyê tevbigerin / Hêzên navneteweyî li dijî êrîşên dewleta Tirk baş bi rola xwe ranabin

Hevpeyvînek taybet a Qendîl Prêss bi Gêlo Îsa, Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê:

Qandilpress: Pêşî, heke gengaz be, kurte ravekirina xwe û partiya xwe ji Xwendevanên me re pêşkêş bikin.

Gêlo Îsa: Gêlo Îsa di sala 1970î de li herêma Kobaniyê ji dayîk bûye, ji malbateka ku di nava xebata kurdiyatiyê de jiyan dikir de mezin bû, wê yekê hîşt ku bi temenê biçûk derbasî nava siyasetê bibe, di sala 1986 de fermî bûm endamê Partiya Demoqra a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S), û di tevahî qonaxên rêxistinî re derbas bûm û roja îro endamê polîtbîro yê P.D.K.S me.

Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî ku xwe dispêre damezirandina Partiya yekem ku di 1956an de li Rojava hat damezirandin, lê di Konfiransa Partiyê ku di 1975`an de lidar ket, ji wê demê de, wekî Partiyakî bi nêrînên xwe serbixwe ye, bêyî ku girêdanek rêxistinî bi alînî Kurdistanî re hebe, lê, Partiya me pêştgêrî hêzên Kurdistanî bû di gavên wan yên erênî de û helwesta xwe li hemberî dagirkerên Kurdistan û hovetiya wan diyar dikirin, lê, qada xebata ji bo Partiya me Rojavayê Kurdistan e, armanca me ku danpêdan bi mafê gelê Kurd bibe di dewleta Sûrî de, me li ser dû xalên bingehîn têdikoşin xala netewa Kurdî û niştîman Sûrî.

Qandilpress: Hûn wek partiyeke ku li Rojava, ne li ser desthilatdariyê ne, hûn azadiya siyasî li Rojava çawa dinirxînin û gelo li gorî sîstema heyî dibe ku partiya we bibe desthilatdar?

Gêlo Îsa: Azadiya siyasî, li gorî zagonên navneteweyî û zagonên Rêveberiya Xweser jî mafekî rewaye ku hêzên siyasî têkoşîna xwe bi hêsanî û serbestî bidomîn in, û bi dehan partî li gor zagona rêveberiyê distûr wergirtine û bi hêsanî xebat xwe ya siyasî û rêxistinî de domdarin, lê, li Rojavayî Kurdistanê alînî siyasî hene ku helwesta xwe ji dagirkerê Tirk digrin û nabînin ku rêveberiyak li vî welatî heye û ne venasînê bi zagonên heyî dikin, pêrsgirêk ne li ba rêveberiyê ye , lê, ne pêkane ku ev alî bi azadî xebatê bikin, lê, tevî wê jî ta rewş aloz nebe û ew li xwe vegerin, rêveberî ta radeyekê çavên xwe ji xebata wan ya ne rewar e digre.

Li gorî sîstema li Rojava ne pêkane yek Partî bibe desthilatdar ji ber gelek pêkhate di Rojava de dijîn û pêkvejiyana hevbeş pêwîste û mafê hilbijartinê mafekî rewa ye, her wiha li gorî zagonên Rêveberiyê sîstema kodên pêkhateyan heye, lê, em wekî Partî ji damezerên Rêveberiya Xweserin, hîna em li Rojava bi hewcî xebata hevbeşin di hindirî hevbendiyan de tevbigerin pêwîste.

Qandilpress: Helwesta we di derbarê êrîşên Tirkiyê de çi ye û li gorî we ji bo rawestandina van êrîşan çi çareserî heye?

Gêlo Îsa: Tirkiya, dagirkerê Kurdistane, û di seranserî dîrokê de dijiyatiya hebûna Kurdan li tevahî beşên Kurdistan dike, bi taybetî destkeftiyên ku Kurdan bi destxistî li Rojava nikare bipejirîne, di bin bihaneyan de hewil dide ku statûya hatî avakirin têkbibin, ev yek ne pêkane ku bê pejirandin, civaka me tev rêberiya wan û yekîneyên lişkerî destkeftiyên xwe bi hêsanî nadin û têkoşîn pêwîste ta pilanên dewleta Tirk û çeteyan vala derxin.

Tirkiya bi hêsanî êrîşên xwe ranawestî ne, ji ber dewletên gerentor bi rola xwe ranabin koalîsiyona navdewletî çavên xwe ji êrîşan digre, û gurûpa astanê beşek ji êrîşan in û destekdikin êrîşên Tirkan, seknandina êrîşan ne hêsane di vê qonaxê de, girêdayî ye bi çareseriya pirsa kurdî li Bakurî Kurdista de.

Qandilpress: Hûn rewşa jiyanî û aborî ya herêmê di bin siya êrîşên Tirkiyê û dorpêçên Sûriyê de çawa dinirxînin?

Gêlo Îsa: Bi giştî dorpêça li ser Rojava ku ji gelek aliyan de domdare ew alî û di nava wan de rêjîma Şamê hewil didin ku vîna xelkê me bi dorpêçê bixînin, di çarçoveyî civînên astanê de ev yek pêk tê, êrîşên Tirkiyê bi vê yekê de girêdayî ne, êrîşên li ser wêstgehên xizmetê aboriya Rêveberiyê ziyanên mezin dibîne û derfetên kar bi hêsanî li ber hemwelatiyan peyda nabin, ev dorpêç û êrîş bandorê li jiyana civakê bi gîştî dike, mixabin hêzên navneteweyî jî baş bi rola xwe ranabin bi alîkariyê di riya rêxistinên navneteweyîre, jiyana hemwelatiyan di warê aborî de ber bi dijweriyê de diçe.

Qandilpress: Weke hûn jî dizanin rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hikûmeta navendî û civaka navdewletî ve heta niha nehatiye naskirin, li gorî we çareseriya vê pirsê çi ye?

Gêlo Îsa: Niha rêweberiya Şamê ewjî vîna xwe ji dest hatiye girtin, dewleta Rûsiya û îranê kirîza heyî bi rêve dibin, ta radeyekê li helwesta dewleta Tirkiyê jî gohdarin, ev dewlet rê nadin ku çareseriya Siyasî li Sûriya pêk were, ji guhêrtinan ditirsin ji bo bercewendiyên xwe mayînde bimînin divê rêjîm domdar be, gelek caran Rêweberiya Xweser ya herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê diyalog bi rêjîma Şamê re kirin ta bigihin çareseriyê ji destwerdanan neçû serî, ew dewlet di hindirî lihevkirinê de tev digerin ku rêjîma Şamê desthilatiya xwe vegerîne li ser tevahî axa Sûrî, barê rêjîmê girtine ser milên xwe û hewil didin ku rewşa berî 2011an vegerînin, ev jî ne pêkane, her wiha biryara navdewletî ji bo çareseriya siyasî 2254 jî hatiye dorpêçkirin û nema rêjîm û hevalbendên xwe guh didinê nûnerê UN di dûseya Sûrî de.

Ger dewletên navneteweyî cidî bin di çareseriyê de bêguman bêyî Rêveberiya Xweser ne pêkane ku çareserî pêk were, parek mezin ji axa welatê Sûrî di bin bandora Rêveberiyê de ye, civînên li Cinêf û astane ku hatine girêdan ta roja îro negihan yek encamê ev nîşana ku aliyên navneteweyî yên bi bandor dibînin dem nehatî ku çareserî pêk were.

Çareserî li gorî bercewendiyên civakê be, divê opozîsiyona resen ya Sûrî ku di yek eniyê de têbikoşin, li dûrî destwerdanên dewleta Tirkiyê û çeteyên wan, ta karibin zextê bi yek helwest li dewletên bi bandor di kirîza Sûrî de bikin.

Qandilpress: Hûn û partiya girêdayî we çi model ji bo rêveberiya Rojava hez dikin û çi pêşniyarên we ji bo baştirkirina rêveberiya herêmê hene?

Gêlo Îsa: Niha bi dehan partiyên Kurdî tev kesayetên xwedî bandor di civakê de di bin sîwana Rêveberiyê de têdikoşin, her wiha tevahî pêkhateyên ku li Rojava jiyan dikin cihê xwe di nava rêveberiyê de girtine, ji bo aramiyê herêmê û pêkvejiyana aştiyane û jiyana hevbeş bingehê vê yekê Netewa Demokratîke. Bêgoman rêveberiya me nû ye wê şaşetî hebin pêwîste bi demê re ew kîmahî sererast û çareser bibin, ji ber hîna herêma me di bin fişar û gefan de ye, berî her kesî ji Kurdan tê xwestin ku xwe li dora rêveberî û yekîneyên parastina Rojava bidin hev, ta danpêdan bi mafê neteweyî yê gelê Kurd bê kirin, di Sûriya pir alî û ne navendî de.

Qandilpress: Bi nêrîna we pêwendiya Amerîka bi rêveberiya xweser re taktîkî ye yan stratejîk e? Gelo îhtimal heye ku Amerîka ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe û eger Amerîka vekişe dê rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikeve xeterê?

Gêlo Îsa: Emerîka tev koalîsiyona navneteweyî di bin bihaneyên terorê de derbasî Rojava bûn, lê, bêguman ne tenê derbasbûna wan wê terore be, wan ta roja îro helwesta xwe hîna veşirtî hîştine, têkilî û pêwendiyên rêveberiyê û Emerîka ne di warê tektîkî yan, stratejîk de ye, ew zelal dibêjin em ji bo terorê li vir in, lê, hîna helwesta wan ya hatina wan li Sûriyê ne zelale wê ne tenê teror be, ew niha hevalbendên QSDê ne di paqijkirina terorê de ew terora ku cîhan tev xistiye nava metirsiyê, têkiliyên stratejîk girêdayî ne bi hebûna wan ya mayînde de. bi fermî de dibêjin teror bi dawî bibe em e xwe vekşînin, lê, vekşandina wan ne hêsane di vê qonaxa ku cîhan tev di nava şer de ye, bi taybetî şerê Îsralî û Filestînê lidare û rola dewletên herêmî di wî şerî de, ev bandora xwe li vekşandina wan dike di herêmê de, vekşandin di vê qonaxê de ne pêkane, ger vekşin ziyana mezin wê para Kudan be.

تلاش دوباره

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon şirîktî ye bi zorê nabe

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û got: “Di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *