Memed Drewş: Kurdan bi encama hilbijartinê û bi taybetî jî bi berxwedana Wanê hêviyeke nû afirand / Hem serketina Kurdan û hem serketina CHP’ê, bersîva li dijî siyaseta şerêye

Memed Drewş, edîtor, pêşkêşvanê nûçeyan û rojnamevanekî kurd di axaftina xwe ya li gel Qendîlprêssê bal kişand ser serketina DEM Partî li 10 bajar, 68 navçe û bajarokan , , tevî ewqas zext, zilm, dek û dolaban, wiha got: Hem serketina Kurdan û hem serketina CHP’ê, bersiva li dijî siyaseta şerêye.

Qandilpress: Nirxandina we li ser encamên hilbijartinên Tirkiyê û serkeftina dîrokî ya kurdan çi ye?

Memed Drews: Gelê Kurd di hilbijartinên 31’ê adarê de, bi DEM Partî serkeftineke dîrokî bi dest xist. Ev serkeftin serkeftineke mezin û dîrokî ye. Ev serkeftin tevî tifaqa AKP-MHP-Artêşa Tirk pêk hat. Tifaqa AKP-MHP-Artêşa Tirk di vê hilbijartinê de ji nû ve dagirkerina Bakurê Kurdistanê kiribû serê xwe. Ji bo vê hemû derfet seferber kiribûn. Wekî mînak nêzî 50 hezar hilbijêrên korsan birin Kurdistanê. Ev hilbijêrên korsan ên bi eskeran pêk tên, li cihên Kurdan bi ferqeke biçûk qezenc kiribû, wekî hilbijêr bi cih kiribûn. Ev yek jî piranî li bajar û navçeyên sînorê Rojava, Başûr, Rojhilat û Ermenistanê kiribûn. AKP-MHP-Artêşa Tirk plan dikir bi taybetî bajarên sînor ên wekî Îdîr, Colemêrg, Agirî, Qers, Şirnex û bi dehan navçeyan bi riya hilbijêrên korsan bigire. Lê belê gelê Kurd bi çûyina ser sindoqan ev plan xera kir. A rast DEM Partî Qers, Bedlîs û Şirnex jî, girtibû. Lê dek û dolaban ew der desteserkirin. Eger hilbijartineke normal, ango bê wan hibijêrên korsan çêbûbûya, wê DEM Partî tevî 10 bajarên niha girtine, Qers, Bedlîs û Şirnex jî bigirta. Li gorî hesabên DEM Partî, 12 bajar, navçe û bajarok ji ber wan hilbijêrên korsan, ji dest çûne. Lê wekî encam DEM Partî 78 deveran şaredarî bi dest xistin. Li Xelfetî Û Curnê Reş/Hîlwanê, li ser serlêdana AKP’ê wê hilbijartin were nûkirin. Lê mirov dikare bêje, tevî ewqas zext, zilm, dek û dolaban bi destxistina 10 bajaran, 68 navçe û bajarokan serkeftineke mezin e.

Qandilpress: girîngtiya Ev serkeftin ji bo kurdên Tirkiye û herêmê çi ye?

Memed Drews: Gelê Kurd bi vê hilbijartinê hişmendiya qeyûm têk bir Xwedî li îradeya xwe derket Bersiveke xurt da siyaseta şer a Tirk Careke din nîşan da ku ew di riya Rêber Apo de ne Di heman demê de îspat kir ku êdî di siyaseta Tirkiyê de hêza diyarker Kurd in Bi kurt û kurmancî mirov dikare bibêje Kurdan bi stratejiya DEM Partî hem qezenc kir û hem jî li tifaqa AKP-MHP û Artêşa Tirk da wendakirin. Noxteyeke din cara yekemî ji dema AKP ava bû û vir ve, cara pêşiye rêza yekemîn wenda dike. CHP bû yekemîn û AKP bû dûyemîn. Bi gotinek din bi vê hilbijartinê AKP hejiya. CHP xwe bi xwe nebû yekemîn, ew jî bi saya dengên Kurdên li metropolê bû yekemîn. CHP bi xwe jî vê yekê dizane. CHP li gelek deveran bi saya stratejiya DEM Partî ya “lihevkirina bajaran” bi ser ket. Û vê care ji hilbijartinên 2019’an cûdatir DEM Partî beramberî piştgiriyê hin tişt girtin. Wekî mînak li Esenyurt a Stenbolê namzedê Kurd Ahmet Ozer hate hilbijartin. Ew namzedê “lihevkirina bajaran” bû. Esenyurt cihêkî girîng e. Ji 57 bajarên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê mezintir e. Stenbol Tirkiye ye, lê Esenyurt jî Stenbol e. Şaredariya deverekî wisa ji lîsteya CHP’ê kete destê Kurdan. Dîsa li hin navçeyên din jî bi vî rengî serkeftina Kurdan heye. Dîsa DEM Partî di serî de li şaredariya bajarê mezin a Stenbolê li gelek bajarên Tirk li meclîsên şaredariyan qasî kom ava bike, encumen bi dest xistin. Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê girt. Akdenîz navenda Mêrsînê ye û cihê herî mezin ê Mêrsînê ye. Ew der jî wekî Esenyurt bi dehan bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê mezintir e. DEM Partî ew der jî, bi namzedên xwe bi dest xist.

Qandilpress: Di esasê xwe de hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê bi awayekî rê dide ku Kurd hewcedarî û pirsgirêkên xwe pêşkêş bikin?

Memed Drews: Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê şaredarî ji bo xizmên herêmî hene. Lê belê şaredariyên Kurd, tenê wekî xizmeta karên bajêr û navçeyan nanêrin. Wekî navenda siyaseta herêmî dibînin.Şaredarî ji avakariya bajêr heta ziman û çand wekî hêza katalîzator dilîzin. Wekî mînak li cihên şaredariyên kevneşopiya DEM Partî hebûn, jiyan bi temamî guherî bû. Navê bajar, navçe û gundan gişt Kurdî jî dihat nivîsîn. Di hemû saziyan de Kurdî dihat axaftin. Şaredarî bûbûn navendên pêşxistina ziman, çand û hunera Kurdî. Dîsa di warê aborî de jî karekî girîng dikirin. Îhale û karên şaredarî giş didan şîrketên li herêmê ango karsazên Kurd. Bi vî rengî pereyên herêmê li herêmê diman û aboriya herêmê pêş diket. Li gorî min sedema desteserkirina bi riya qeyûman a şaredariyê jî, ev alî bû. Yanî dewleta dagirker dît ku, bi şaredariyên DEM Partî, jiyana li bajaran dibe Kurdî, ziman, huner û çanda Kurd pêş dikeve. Aboriya li herêmê mezin dibe. Pereyên herêmê li herêmê dibînin. Lewma mudaxele kir û bi qeyûman şaredarî desteser kirin. Şaredarî veguherandin cihên rantê. Yanî tesadufe çawa qeyûm hatin ser kar, berê xwe dan saziyên jin, ziman, çand, huner û aboriya herêmê. Ev yek jî nîşan dide ku, sedema bingehîn a hişmendiya qeyûm, hişmendiya asîmîlasyon û mêtingeriyê ye. Lewma mirov dikare bibêje ev serkeftina hilbijartinan di heman demê de derbeke mezin a li dijî mêtingeriya Tirk e.

Qandilpress: Piştî vê serketinê, Tengîna û kêşeyên Kurdan li Tirkiyê çi bin?

Memed Drews: Helbet ev serkeftin girînge, lê ne her tişt. Hê Kurdistan dagirkiriye. Hê Rêber Apo û bi hezaran siyasetvan û kurd dîlgirtî ne. Kurdan bi hilbijartinê peyama pêwist da siyaseta Tirk û cîhanê. Mirov hêvî dike, dewleta Tirk û desthilatdariya wê fêm bike. Lê belê dema em pratîkê dinêrin, dibînin ku fêm nekirine.

Qandilpress: Hêviya we ji bo paşeroja Kurdên Tirkiyê çi ye? Dibe ku li Tirkiyê hevdîtinên aştiyê ji nû ve dest pê bikin?

Memed Drews: Helbet Kurdan bi encama hilbijartinê û bi taybetî jî bi berxwedana Wanê hêviyeke nû afirand. Lê divê emê jî, ji bîr nekin, eger di van hilbijartinan de tifaqa AKP-MHP û artêşa Tirk bi ser biketa, wê wekî gava yekemîn li dijî Rojava an jî Başûr yekser dest bi tevgerên dagirkerî bikira. Wê ji hêzên navnetewî re jî bigota “vaya gel li pey min e”. Lê belê niha ev plan xera bû. Helbet ev nayê wateya bi temamî xerakirina plana tevgerên dagirkeriya Tirk. Wê Erdogan 9’ê gulanê de biçe Washîntonê. Li wir hewl bide ji bo tevgerên dagirkeriya li dijî Rojava û Başûr erêkirina Amerîka bike. Eger bigire wê careke din şansê xwe biceribîne. Lê îhtimaleke biçûk be jî, dibe ku Erdogan pragmatîst tevbigere û rê li ber hevdîtinan veke.

Qandilpress: Di dawiyê de, eger xalek an şîroveyek we hebe ku di pirsan de nehatiye pirsîn, ji kerema xwe ji me re agahdar bikin.

Memed Drews: Wekî dawî mirov dikare di çend xalan de encama giştî bibêje.

1- Kurdan qezenc kir û li tifaqa bi pêşengiya AKP’ê da wendakirin.

2- Cara pêşî AKP’ê rêza yekemîn wenda kir.

3- CHP piştî bi dehan salan, cara yekemîn bû partiya yekemîn.

4- Careke din diyar bû, partiya Kurdan hedef digire, têk diçe.

5- Hem serketina Kurdan û hem serketina CHP’ê, bersiva li dijî siyaseta şer

6- Îyî Partî û MHP’ê wenda kirin

7- Partiya kurê Erbakan Yenîden Refah Partîsî jî di siyaseta Tirkiyê de bû aktoreke nû

تلاش دوباره

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon şirîktî ye bi zorê nabe

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û got: “Di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *