Hevpeyvîn bi birêz Mihemedê Mûsê, emînê giştî yê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê re: destpêkirina danûstandinên Kurdî-Kurdî Bi piştgirîya Amerîka û Ewropayê

Qendîl Press – Rojava, Hevpeyvîn

Piştî têkçûna danûstandinên Kurdî-Kurdî yên ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk General “Mazlûm Ebdî” ve û bi sponsoriya Amerîkayê di sala 2020an de hatibûn vexwendin, serkirdeyekî Partiya Çep a Kurd li Sûriyê eşkere kir hewldanên Amerîkî û Ewropî ji bo ji nû ve destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî di navbera partiyên yekîtiya neteweyî ya Kurd “PYNK” û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê “ENKS ê” .

destpêkirina danûstandinên Kurdî-Kurdî Piştî rawestandina du salan

Mihemedê Mûsê, emînê giştî ya partiya çep ya kurd li Sûriya ji Qendil press re eşkere kir ku danûstandinên kurdî û kurdî ji 2021 ‘ an de heta niha ew danûstandinên kurdî û kurdî û diyalog hatibû rawestandin doh çarşemê , şandeya Emrîkî ji bo diyalogê me wek şandeya partiya “PYNKÊ”  partiya yekbûyî  ya welatî me civatek bi wanre vekir çarçoveya nîqaşa me gelek xal hatin nîqaşkirin çarçveya nîqaşa me diyaloga kurdî bû di navbera her du aliyên kurdî de di navbera ENKS’ Ê û PYNK’Ê DE, me ji aliyê xwe ve got em amade ne ji vê diyaloga han re da ku em bi hêvî ne ku em karibin gav ne baş di vî aliyê han de pêk bînin Ango cebha xwe ya hundirîn em karibin ta’esîs bikin.

Nakokiyên di navbera partiyên kurdî de û hewldanên yekîtiyê

Derbarê rol û xebata partiyên kurdî li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê Mihemedê Mûsê got Rewşa partiyên Siyasî em kar û xebatên xwe dişopînin di çarçoveya erdnîgarîyê îro rêveberiya xweser bi rêve dibe li Bakur û Rojhilatê Sûryayê di Rojava yê Kurdistanê de bi awayekî Normal wê kar û xebatên me bimeşin hem di çarçoveya rêveberiyê de hem jî di çarçoveya siyasiya giştî de, alîkariyek di navbera me de heye mîna partiyên îro xwedî rol di hundirê Rojava yê Kurdistanê de.

Hûn dizaninli cem me nakokî jî hene, ev tiştek normale rewşek ku teyarek heye bi navê ENKS’ Ê derveyî çarçoveya rêveberiya xweser de ye, çarçoveyek din jî heye ku partiyên rêveberiyê ne ku ew jî di nav de ye ku kar û xebatên xwe dişopînin.

Ji destwerdanên derve yên li herêmê nîgeran in

Herwiha derbarê destwerdana derve li herêmê, Mihemedê Mûsê got ku Destwerdanên derve di bin çarçoveya Sûryayê destwerdana Turkiya, Îran heye her wiha li ser asta Sûryayê bi tevahî heye, Turkiya bi rengekî taybet li Bakur û Rojhilat, Bakur û Rojava em dizanin ku Bakur û Rojhilat dibin kontrola Turkî de ye. Ew bi dudilî dibe, çi bi cebhet El Nusra be û çi girûpên çekdar ên tendrwa be, dibin navê artêşa azad de, Ev tev de dibin kontrola Turkî de ye, lê Turkiya destê xwe dirêjî nav me jî dike li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. Em dizanin ku hin herêmên me hatin dagirkirin , ku ji 2018 û 2019′ an de, ango ew destwerdanên han jî li cem me Em kar û xebatên xwe dimeşînin di çarçoveya giştî de kar û xebatên me dimeşe. Tevî ku ew destwerdanên ku tên kirin, em dizanin ku Turkiya jî tu carî destê dostayê û yê nêzîkî miletê me neke di Rojavayê Kurdistanê de. Ew ê bixwaze bi rengek ji rengan bi hemî rengan hem leşkerî hem jî siyasî wê bixwaze, ev destkeftên hatine bi xwîna hezarên şehîdan dixwazin bi dawî bike.

Danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê

Mihemedê Mûsê li ser danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de jî got cihê mixabîniyê ye rêjîma Sûrî tiştek hazirî li cem wî tune Rêjîma Sûrî gelek caran munawere dike ji bo tiştên tevsîlî û tiştên ne bingehîn ne jî girîngiya wî ya siyasî belkî ne gelekî mezin be lê dixweze dakeve wan tiştan nîqaş bike lê tiştek cedî heta niha rêjîm nedaye xwiyakirin û yê me li gor baweriyên me me, tevî ku ew danûstandinên han me tu biryar nestandiye wek Rêveberiya Xweser, ger emê qut bikin lê di baweriya me de em ê dûrxistin bê nikaribin meselên girîng û bingihîn di hundirê welatê me de em çareser bikin, heger mijarên dîmoqratî  ne navendî ne, doza miletan e, netewên di hundirê wî welatî de, dozad kurdî ku îro herî li pêş e û pêwîstiya wê bi çareseriyê heye pêşeroş Sûriyayê li ser wê disekine.

Heta niha tevî ku ew danûstandin qut nebûne û astengiyên mezin tên pêşiyê li ne berdewam e her serê çend mihan belkî hevdîtinek çedibe lê di hundirê wan hevdîtinan de tu encam nayên bicîh kirin.

Pêşeroja Rojava bi çareseriya aloziya Sûriyê ve girêdayî ye

Mihemedê Mûsê têkildarî pêşeroja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Rojava jî got Ew nerînên pêşerojê mijarên Rojava girêdayî ya Sûrya bi tevahe ye û pevçûnek di hundirê Sûriyayê heye hem pevçûna navnetewî, herêmî ye hem jî ya hundirîn ne û berjewendiyên xelkê di hundirê Sûriyayê de wan dehev dide di aliyê ku zehmetiyên çareseriyê pirtir dibe. Ango em dizanin divê Rûs û Emrîka li hev bikin, Îran û Turk, Îran û Emrîkî li hev bikin ango heger ev hêzên navneteweyî û herêmî bi hev dû re negihêjin projek hevbeş her yek nebîne ku berjewendiyên wê di hundirê Sûriyê de hat parastin di baweriya min de wê mijara Sûriyayê ne bi rehetî çareser bibie. Ji ber vê yekê bi tekezî wê çareserî pêk bê lê va ye ev 13 sal derbas bû em nizanin wê çend salên din bimîne lê her dem pevçûn û xelfiyatên mezhebî û ta’ ifî, olî berdewam û dirêj dike. Ji bo vê yekê jî em dibêjin ku texmînek heye ku dirêjtir bike lê mijara çareseriyê bi tekezî wê pêk bê, ev jî divê hemû hêzên ku destwerdan kirine, dewlî û herêmî yên hundirîn divê xwe di hundirê wê çareseriyê de bibîne heta ku ev mesela hanê bê çareserkirin.

Jiyana gelê Rojava di rewşeke krîtîk de ye

Di dawiyê de Mihemedê Mûsê wiha li axavtina xwe zêde kir di baweriya min de ango tu tişt lê zêde nabe ji bilî rastiyek ku zehmetî ye zehmetiyên wê pirin, birçîbûn û penaberî heye bi melyonan îro yên ji derveyî Sûrî ne bi bajar û gund û xerabûna ku çêbûye zirarên gelek mezin li vî miletî hatiye.

Rewşa jiyaniya xelkê bi rojane zehmetiyên gelek mezin de ne, li ser asta Sûrî bi tevahî belkî em rewşa rêvberiyê çêtir ji wan dibînin herêmek bi rêveberî birêve dibe lê mixabin rewşa herêmên rêveberiyê de jî rewşa jiyana xelkê ne di asta pêkanînê de ye ango ev rewşa han wê bigihêje astek, qonaxek ku xelk nema karîbe tehmol bike wê demê mijara çareseriyê bi awayek hêz xwe pêk bê em bi hêvî ne ku hêzên xwedî rol û bi hêz di bin rolekê de bilîzin ku  mijarên çareseriyê bihtir nêzîk bikin di dawiyê de ev zehmetîyên ku milet û xelkên Sûriyê bi hemî pêkhateyên herêmê derbas bibin karî bin derbas bikin û çareser bikin. Miletê Kurd gelek qurbanî kirine di herêma Rojavayê Kurdistanê de em bi hêvî ne Kurd jî bibin xwedî hêz û proj bi hemû aliyên xwe û nakokiyên xwe bidin alîkî.

Tev de bi hev re dest bi dest mil bi mil bimeşin di aliyê avakirina Sûriyek dimuqratî,piralî, nenavendî, siyasî, mafê gelê kurd wek miltek jiyana wî li ser xaka wî di hundir de bê parastin.

تلاش دوباره

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon şirîktî ye bi zorê nabe

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û got: “Di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *