Beşa 9an a Dadgeha Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ji ber kêmasiya lêkolînan û nepabûna bi prosedurên qanûnî, biryara îdamê ya Verîşe Muradî (girtiya siyasî ya Kurd) ku berê ji aliyê Beşa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatibû dayîn, betalkir û dosye şande dîsa heman beşê ji bo lêpirsîna nû.
Mistefa Nîlî, parêzerê Verîşe Muradî, li ser hesabê xwe yê Xê (Twitter) ev nivîs parve kir:
«Piştî lêkolîna li ser îtiraza qeydkirî ya derbarê Xanim Verîşe Muradî li Dadgeha Bilind, ji ber kêmasiya lêkolînan û nepabûna bi rêgezên qanûnî (neagahdarkirina tawanê ku bûye sedema biryara îdamê di qonaxên darizandinê de) biryarnameya ji Beşa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hate betalkirin û dosye ji bo darizandina nû şandin dîsa wê beşê.»
Qendîlprêss