Çarenûsa her çar çalakvanên ji ber 8’ê Adarê hatîn binçavkirin, nediyare

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çarenûsa 4 çalakvanên Kurd ên ji ber beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûyîn hatîn binçavkirin, nediyare. Hate diyarkirin ku tevî lêgerînên berdewam ên malbatên van jinên Kurd jî ti agahî nehatiye bidestxistin.

Di 9’ê Adarê de du jinên Kurd ên çalakvan yên bi navên Leyla Paşayî li Seqizê û Suheyla Metaî li Dêwlan bi hinceta ku tevli çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bûne, ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hatine binçavkirin. Li aliyê din roja 10’ê Adarê jî li bajarê Sine du jinên çalakvan ên bi navên Soma Mihemed Rezayî û Baran Saedî bi hinceta tevlî merasîma 8’ê Adarê bûne, ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hatibûn binçavkirin.

Hat gotin ku her du çalakvan bêy fermana dadwer hatine binçavkirin û birine cihek nediyar.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî rewşa çalakvanên hatîn binçavkirin, ragihand ku her çar jinên çalakvan ku ji ber beşdarî çalakiya 8’ê Adarê bûne ji aliyê hêzên Îtlaetê yên Îranê ve bêyî fermana dadwer hatine binçavkirin, çarenûsa wan nediyare.

Hate diyarkirin ku her çar jinên Kurd rê nayê dayîn hevdîtin li gel malbat û parêzerên xwe bikin.

Tora Mafê Mirovan destnîşan kir ku tevî lêgerînên berdewam ên malbatên van jinên Kurd, lê saziyên ewlehî û dadweriyê ti agahî nedane malbatan.

تلاش دوباره

YPJ û Sûriye derbarê tevlîbûna nav artêşê axivîn

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku wan li gel Wezîrê Parastinê yê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *