Hevseroka KCDê Leyla Guven diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 30 salin li muxataban digere û got: “Banga Birêz Abdullah Ocalan bê şik û bêguman dê êşa sedan salan aş bike.”
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye banga Rêber Apo ya “Aştî û civaka Demokratîk” nirxand.
Leyla Guven da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan xeta berxwedan û çareseriyê ku navenda wê Îmraliye ava kir û wiha dirêjî dide nirxandinên xwe:
“Birêz Ocalan firsenta herî biçûk jî bi awayekî herî baş nirxand.
Bê şik û guman ev bang dê êşa sedan salan aş bike.
Aşkere kir ku di ronahiya nirxên gerdunî de, jiyaneke nû ya hevpar û azad pêkan e.
Hemû kesên bi aqilê selîm tev digerin, dizanin ku ev vîn hêjayî rêzdariyê ye.
Em qala rêberekî ku her dem şertên herêmî û rastiya gerdûnî dide ber hev û hevsengiyê saz dike, dikin.”
Leyla Guven: Eger îro jin di her qadê de cih digire, mîmarê vê yekê birêz Ocalan e
Li ser tekoşîna Rêber Apo ji bo azadiya jinê Leyla Guven wiha dibêje:
“Jina kurd di sed salên dawî de hemû cureyên êşan bi awayekî herî giran jiyan e. Li dijî nasnameya wan a neteweyî û zayendî tundiyek pir dijwar pêş ket.
Têkoşîna li dijî van tundiyan ne hêsan bû.
Birêz Ocalan ku lêgerîna jinên kurd a azadiyê dît, vê rastiyê li ser rastiya malbata xwe analîz kir û xeta têkoşîna jinan ava kir.
Di hemû şoreşên cîhanê de li ser têkoşîna milê jine lêkolîn kir.
Ji ber vê yekê di nava têkoşîna tevgera azadiyê de ji bo jinan cihekî taybet vekir.
Bi gotina ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’ Bîrdoziya Rizgariya Jinê pêş xist.
Eger îro jina kurd di her qada ku têde cih digire, bi vîna azad tev digere, eger bi biryar, wêrek û bi vîn tev digere, mîmarê vê yekê Birêz Ocalan e.
Ji ber vê yekê em jinên kurd, roja ku me têkoşîn nas kiriye, em vê rojê ji bo xwe wekî roja rojbûnê pênase dikin.”
Leyla Guven, nêzîkatiya dewletê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî wiha şirove dike:
“Wekî Rêber Abdullah Ocalan jî got ‘Gavên siyasî û hiqûqî” dê wekî katalîzorê hêz û rista çareseriyê pêş bixin.
Eger pratîkên berê dubare bibin, dê hemû welat û hemû kes winda bike. Tenê kurd winda nekin.
Ev yekîtiya gelê kurd û tirk, dê li tevahiya Rojhilata Navîn rê li pêşiya jiyana hevpar a aştî û demokratîk a gelan veke.”
Leyla Guven: Divê jinên Kurd û Tirk pêşengiya vê pêvajoyê bikin
Leyla Guven destnîşan kir ku divê jin pêşengtiya vê pêvajoyê bikin û wiha bi dawî kir:
“Ji bo ev bang têkeve meriyetê kî çi ji destê wan tê divê bikin.
Divê 8’ê adarê û 21ê Adarê bibe serhildranên aştiyê.
Divê jinên kurd û tirk pêşengiya vê pêvajoyê bikin.
Divê em qad û kolanan bi ‘Jin Jiyan Azadî’ bihejînin. Ev hêz û wêrekiya me jî heye.
Bi vê hestê ez hemû hevalên me yên bûn stêrk û hiştin em bigêjin van rojan slav dikim.”
Qendîlprêss