Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Yezdê nameyek şand

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan nameyeke şand û banga tevlêbûna kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan, ev 17 sal e girtî ye û 4 sal beriya niha sirgûnî Girtîgeha Yezdê kiribûn. Tevî nexweşînên xwe yên giran jî di bin tecrîdeke tund de tê girtin. Zeyneb Celaliyan ku ji derve re nameyek şand, banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de got: “Ji pişt dîwarên zindanê ji hemû azadîxwazan re. Ez Zeyneb Celaliyan, jineke azadîxwaz a siyasî me ku ji bo raman û baweriyên xwe di zindanê de me. Fikrên min ji paradîgmaya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan îlham digirin ku ew bi xwe jî 26 sal e ji bo fikrên xwe û azadîxwaziyê di esareteke nemirovane de tê girtin. Ez erka bingehîn û exlaqî ya xwe dizanim ku tev li wê kampanyayê bibim ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê min hatiye birêxistinkirin. Ez azadiya wî ya bê şert û merc dixwazim. Ez wî mezintirîn kesayetê azad ê cîhanê silav dikim ku azadî fêrî min kir, ez azadiyê ji wî xwediyê raman û mirovê mezin re dixwazim.”

Zeyneb Celaliyan bal kişand ser rewşa Kurdan a beriya derketina Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Dema ku nîştimana me Rojhilata Navîn û dilê wê Kurdistan bû goristanek ji miriyên ku li ser pêyan in û dimeşin, dema ku kesek xwedî hêza têkoşîn û şerê li hemberî dijminan nebû, bi taybetî di Bakûrê Kurdistanê de rejîma faşîst ya Tirkiyê hebûna Kurdan inkar dikir û ew dikuştin, kesê ku bi tenê li dijî wê dewletê serî bilind kir, Rêber Abdullah Ocalan bû. Bê guman fikrên wî di tarîtirîn dema dîroka Tirkiyê de yekane çiraya ronîker ya rêya azadiya gelê Kurd û gelên din ên herêmê bû. Dema ez bi jiyana wî difikirim, dilê min dêşe ku çima cîhanê ew dereng fam kir. Wî dest ji hemû ciwanî, azadî, malbat û hemû peywendî û girêdanên kevneşopî berda û bi pênasekirina nû ya wan têgînan hewl da ku gelê Kurd û gelên dîtir bigihîjîne mafên xwe.”

Zeyneb Celaliyan bi bîr xist ku Rêbr Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hatiye girtin û radestî dewleta Tirk hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Dewleta faşîst a Tirkiyê bi piştevaniya dewletên wek Amerîka û Yekitiya Ewropayê, bi awayek bêbextane wî kesayetê xwedî fikra azad dîl girt û ev 26 sal e ku di giravek de zindanî kiriye û bi hemû cureyan sînordar kiriye. Cîhan şahid e ku wan sînordarkirin jî nekarîn fikr û ramanên wî asteng bikin. Rêber Abdullah Ocalan di Îmraliyê de wek cewahirekê çirûsî, ji ber ku di zindana Îmraliyê de ramanên nû danîn û pêşkêş kir.”

Zeyneb Celaliyan da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan pergala konfederalîzma demokratîk wek alternatîfa dewletên herêmê pêşkêş kiriye û wiha got: “Gelên herêmê bi rêya wê pergala demokratîk dikarin bighên mafên xwe û jiyaneke hevbeş a aştîxwazane bikin. Bi wî awayî berjewendiyên dewletan diket metirsiyê, lewra jî dewleta faşîst a Tirkiyê bi nûnertiya hemû dewlet- netewan fişarên xwe li dijî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kirin. Lê di gel wan hemû fişar û astengiyan, ew dîsa bi awayek bihêz rêkarên afrîner di rêya azadiyê de nîşan dan. Wek rêber û xwedî raman canê xwe li hember hemû hovîtiyên dijminan ji bo netewan kir mertal. Piştevanî û parastina wî, di rastiyê de parastina dadê, wekhevîyê û azadiyê ye. Ez, Zeyneb Celaliyan ji bo parastina mafê xwe û gelê xwe, 17 sal e ku dijwartirîn şert û mercên zindanan de me û şert û mercên zindanan têdighîjim. Dema ku em tecrîda ku li ser rêberê me di Îmraliyê de çêkirine bişkênin, emê hemû zindanan jî bişkênin. Bi wî awayî em jin dê bibin pêşengên şikandina pergala zindanan.”

Zeyneb Celaliyan bi bîr xist ku li Îranê jin û hemû gel şoreşekê dikin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku felsefeya jinan e qir dikin. Zeyneb Celaliyan li ser vê dirûşmê wiha got: “Ew dirûşm, raman û felsefeyeke ku Rêber Abdullah Ocalan bingeha wê daniye. Lewra ji bo piştevaniya ji ramanên wî li ser azadiya wî israr bikin û di çarçoveya wê dirûşmê de ji bo Îraneke domokratîk, ji raman û mirovê azad re piştevaniyê bikin û biparêzin. Bi wê sedemê ji hemû jinan û ciwanan û bi taybetî kesên bîrmend, akademîsiyen, hunermend, mafnas, feminîst, rêxistinên civakî, rêxistinên hawirdorparêz û gelê Kurd û hemû gelê azadîxwaz yên Îranê dixwazim ku piştevaniya Rêber Apo bikin û beşdarî kampanyaya Azadiya fîzîkîya Rêber Abdullah Ocalan bibin, kampanya ku di hemû cîhanê de hatiye destpêkirin û berfireh bûye.”

Zeyneb Celaliyan di dawiya nameya xwe de diyar kir ku ji ber pêdiviya hemû neteweyên Îranê ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên xwe bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan hene û wiha got: “Lewra di cih de ye ku hemû hewldana xwe ji bo azadî û rakirina wan astengiyan bikin ku beramber Rêber Abdullah Ocalan hene. Madem ku Rêber Abdullah Ocalan di rêya mirovahî û ji bo me hemûyan di dijwartirîn şert û mercan de di zindana girava Îmraliyê de liberxwe daye û têkoşiyaye û bingeha ramanên wî jî ser azadiya jinan e, nexwe ew piştevanî dê di çarçoveya têkoşîna li dijî mêrsalariyê de be ku bêguman pêdiviya hemû civaka me, pêdiviya hemû jinan û mêran e. Ez we vedixwînim ku bi beşdarbûna di kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de erka xwe ya mirovî pêk bînin. Teqez azadiya wî, dê azadiya me hemûyan û bi taybetî jî ya jinên têkoşer be.”

تلاش دوباره

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA, ku ji 5 rêxistinênjinan ên li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, avabûna …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *