Dewleta Iranê piştî ku cezayê darvekirnê li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî birî, niha jî ew ji mafê wergirtina çareseriya pijîşkî bêpar hatiştiye.
Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê têkildarî rewşa dawî ya Werîşe Muradî agahiyên nû belav kir.
Li gorî daxuyaniyê Werîşe Muradî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve ji mafê dermankirinê bêpar hatiye hiştin.
Hate diyarkirin ku Werîşe Muradî ji ber gireva birçîbûnê ya 20 rojan, bi pirsgirêkên di sîstema helandinê de ru bi ru maye.
Lê tevî ku rewşa wê ya tendurstî nebaşe jî, derketina wê ya derveyî girtîgehê hatiye qedexekirin.
Qendîlprêss