KURDISTAN

YRK’ê şehadeta 3 gerîlayên HPJ’ê ragihand

Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameyên 3 gerîlayên HPJ’ê eşkere kirin û got, “Bûn nimûneya sekna jina azad û mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan.” Navenda Ragihandinê ya YRK’ê derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin: “Di dîroka 3’yê Tîrmeha 2024’an de dema ku hevrêya me Ararat Bawer li gel hevrêya …

BERFIREH

Ayşegul Dogan: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ev tişt anî ziman: “Em derbasî qonaxeke nû dibin. Di dema derbasbûna qonaxa nû de tiştên ku bi me re hatin parvekirin bi hin gavan re em ê hefteya pêşiya me şahidiya kêliyek dîrokî bikin.” Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul …

BERFIREH

YNK’ê êrişa li dijî yekîneya 70 a Silêmaniyê şermezar kir

YNK’ê êrişa bi dronan ya li dijî baregeha Yekîneya 70 ya pêşmergeyan a li Silêmaniyê şermezar kir. YNK’ê ragihand armanca van kiryaran binpêkirina serweriya ax û qada hewayî ya Iraq û Kurdistanê ye û ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan xistina metirsiyê ye. YNK’ê bang li Serokwezîrê Iraqê kir ku ji …

BERFIREH

Serokê MÎT’ê serdana Hewlêrê kir

Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî (MÎT) ya Tirkiye Îbrahîm Kalin ji bo têkiliyan serdana Hewlêrê kir. Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Hewlêrê bi Serokê PKD’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qûbat Talebanî, Wezîrê Karê Hundir Rêber Ehmed û Rêveberên Koseya Ewlekariya Herêmê re …

BERFIREH

LI kerkûkê êrişa bi mûşekan

Duh bi şev li parêzgeha Kerkûkê  3 mûşekên katûşê ketin xwarê, tê gotin kesek birîndar bûye. Li gorî agahiyên hatine standin, duh bi şev li parêzgeha Kerkûkê 3 mûşek ketine xwarê. Hate zanîn ku ji mûşekan 2 ji wan li herêmek leşkerî û yek jî li nêzî taxa Erbûbe ya …

BERFIREH

Konferansa Serhildana 1925’an a li Brukselê bi dawî bû

Konferansa Serhildana 1925’an a ku 2 roj e li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin, piştî nîqaşan bi dawî bû. Konferansa Serhildaniya 1925’an a ku 2 rojin li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin, bi rûniştina pêncemîn a li ser çarçoveya çandî, civakî û wêjeyî yên serhildana Şêx Seîd berdewam kir. Di …

BERFIREH

HPG: Êrişên bi çekên qedexekirî zêde bûne

HPG’ê  diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî hêzên gerîla bi taybetî bi gazên kîmyewî û çekên qedexekirî zêdetir bûne. HPG-NÇR’ê, ragihand ku ew bi armanca parastinê çalakiyên bersivdayînê lidar xistine. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) got: ‘’Em di salvegera 100’emîn a şehadeta pêşengê mezin ê …

BERFIREH

Abdullah Ocalan Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anîn

Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa “Sedsaliya Serhildan Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf” re şand û got: “Xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk re bû yek wê bigihêje armanca xwe ya rasteqîn.” Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Civaka Îslamî …

BERFIREH