LI kerkûkê êrişa bi mûşekan

Duh bi şev li parêzgeha Kerkûkê  3 mûşekên katûşê ketin xwarê, tê gotin kesek birîndar bûye.

Li gorî agahiyên hatine standin, duh bi şev li parêzgeha Kerkûkê 3 mûşek ketine xwarê. Hate zanîn ku ji mûşekan 2 ji wan li herêmek leşkerî û yek jî li nêzî taxa Erbûbe ya Kerkûkê li banê xaniyek ketiye xwarê.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê û lêkolîn dane destpêkirin.

Li gorî Rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê jî du mûşek li beşa leşkerî ya balafirgehê û ya din jî li beşa sivîlan ketiye xwarê û di encam de kesek birîndar bûye.

Heya niha nayê zanîn ew mûşek ji aliyê kîjan kom ve hatine avêtin û sedema wê çiye.

تلاش دوباره

Salar Rengemîz, bi tawanên sîxurî û xerabkirina ciwanan, li Sine hat cezakirin

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, der barê çalakiya ku li bajarê Sine pêk anîne de daxuyaniyek …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *