Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî (MÎT) ya Tirkiye Îbrahîm Kalin ji bo têkiliyan serdana Hewlêrê kir.
Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Hewlêrê bi Serokê PKD’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qûbat Talebanî, Wezîrê Karê Hundir Rêber Ehmed û Rêveberên Koseya Ewlekariya Herêmê re civiya.
Kalin derbarê hevdîtina xwe ya ji bo Hewlêrê ti daxuyaniyeke fermi nedaye, tê texmînkirin ku ev serdan di çarçoveya Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan pêş xistî ye.
Qendîlprêss